Li Rojhilatê Kurdistanê jiyan rawestiya!
MAHABAD - Çalekiyên protestoyîn yên ku piştî bi darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn destpêkirin, îro vegerîyan grevên giştî. Bi taybet li bajarên Sîne û Mahabad hemû derabe hatin daxistin, xwendekarên Kurd yên li zanîngehên Îranê dixwînin jî tevlî dersan nebûn.
Çalekiyên ku piştî bi darvekirina 5 girtiyên siyasî yên Kurd ku ji aliyê rejîma Îranê ve li rojhlatê Kurdistanê hatîn destpêkirin, îro vegeriyan girevên giştî. Îro li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hate beyankirin. Li herêmê jiyan rawestiya. Di serîde Sîne û Mahabat, li tevahî bajar û navçeyan dikandaran derabeyên dikanên xwe venekirin, karker neçûn ser kar û xwendekar tevlî dersan nebûn.
LI SINE KOLAN VALENE
Hat ragihandin li bajarê Sine ku xwedî şêniyek ji 1 milyonî zêdetire, jiyan rawestayîye. Rejîma Îranê ku Rewşa Awarte ragihandiye bi hezaran leşker rijandiye kolanên bajar, hat diyarkirin ji dervey leşker û polîsan kes li kolanên bajar diyarnakin. Gelê ku darvekirin û çewsandinan protesto kirî di malên xwede kincên reş xwe pêçane. Berbi nîvro ve ciwan li Sine daketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin. Li Kemerbendîyê polîsan êrîşê çalekiya ciwanan kiriye û pevçûn derketiye, hat ragihandin herî kêm 2 kes birîndar bûne.
LI MAHABAD DERABE HATIN DAXISTIN
Li bajarê Mahabad di çarçoveya biryara grevê de, ji bo protestokirina darvekirinan îro derabeyên dikanan nehatin vekirin û deriyê cihên kar hatin girtin. Dema ku hinek banqe û saziyên dewletê dergehên xwe qepatnekirin, hat ragihandin ku ji aliyê gel ve hatine hîşyar kirin. Hat fêrbûn ku eger dergehên van cihan neyên girtin wê bên dayîna ber agir.
Cuda ji vê hat zanîn li Seqiz, Kamyaran, Qurwe, Bane, Merîwan, Şîno, Dîwandere, Bokan, Nexede, Bîcar û Makoyê jî grev tê kirin.
DI DERBARÊ MALBATA KEMANGERÎ DE BIRYARA GIRTINÊ
Rewşa Awarte ya ku ji aliyê rejimê ve li bajarê Kamyaran, ku cihê ji dayîkbûna mamoste Ferzad Kemangeriye hatî ragihandin didome. Li bajêr rewşa hewayek bi aloz heye. Hat fêrbûn ku rayedarên Îranê di derbarê hemû endamên malbata Kemangerî de biryara girtinê derxistiye, lê ji ber nerazîbûnan vê biryarê bicîh ne anîne. Lê destûr nayê dayîn ku malbat ji xanî xwe derkevin.
HEMÛ XWENDEKARÊN KURD DI GREVÊDENE
Di daxuyaniyek ku li ser navê hemû xwendekarên Kurd yên li zanîngehên Îranê dixwînin hatî belavkirin de hat ragihandin, wê hemû tevlî greva giştî bibin. Di daxuyaniyê de bang hatkirin ku tevlîbûn ji grevê re bê kirin. Zanîngehên ku tevlî grevê bibin evin: Tehran, Beheştî, Elame Tebatebayî, Terbiyet Muelim, Şehîd Recayî, Emîr Kebîr, Xwace Nesîh, Şerîf, Azadî, Tehran –Navned, Kirman, Zahîdan, Bûelî Hemedan, Zencan, Qezwîn, Sine, Tewrêz, Urmiyê, Kirmaşan, Îlam û Mehabad e.
XWENDEKARÊN ZANÎNGEHÊ DI GREVÊDENE
Xwendekarên Zanîngeha Urmiyê dest bi grevê kirin. Hat ragihandin di hêjmarek zêde de xwendekar tevlî dersan nebûne û bivî awayî tevlî greve bûne. Xwendekarên li Tehran û Tebrîzê jî, ji bo darvekirinan protesto bikin dest bi çalekiyan kirin. Hat fêrbûn ku rêveberiya dibistanan û endamên îstixbaratê yên li dibistanan zorî li ser xwendekaran dikin.
LI MERÎWANÊ 15 XWENDEKAR HATIN DESTGÎRKIRIN
Xwendekarên ku li bajarê Merîwanê diçin greve, hat ragihandin ku rastî êrîşa hêzên dewletê hatine. Hat diyarkirin 15 xwendekarên ku navên wan nehatine zanîn, hatine destgîrkirin.
ji ku.firatnews.com
Nûçe
Nameya Mehdiye Gulrûyê bo Şêrîn Elem Hûliyê
—————
—————
Li Rojhilatê Kurdistanê jiyan rawestiya!
—————
Xwendekarên zankoyê ji bo Serdeşt Osman meşiyan
—————
Ferzad Kemanger: Destûrê bidin bila dilê min di sînga zarokekî de lêbide
—————
Hevpeyvîna Dengê Amerîka li gel Ahmed Turk | Vîdyo
—————
Tu li ku yî ey mirovahî
—————
Tabloyek Picasso bi 106 Melyon dollarî
—————
Swêdê mafê daniştinê da serleşkerê kîmyayî yê Sedam
—————