Tu li ku yî ey mirovahî
ji welat.org | 08.05.2010 Li Kurdistanê operasyonên leşkerî û sewqiyatên leşkerî her diçin berfireh dibin. Bi zêdebûna operasyonan hejmara pevçûnan jî zêde dibe. Di operasyonan de Artêşa Tirk (TSK) çekên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa tirk hefteyeke çiyayên Kurdistanê bombe dike û bi taybet jî li Dêrsimê çiyayan hem li erdê û hem jî li hewa bombebaran dike û bi helîkopteran bombeyên gazê diavêje û dîmenên bombeyên fosforê ku helîkopterên TSK’ê diavêje hatin qeydkirin. KANÊ MIROVAHÎ? CEHENEMÊ DIDE JIYANDIN Piştî sala 1980’yan hate qedexekirin Di nav bombeya fosforê de madeya toksîk heye û bi kar anîna vê madeyê dibe sedema mirinan. Ev made hem dibe sedema şewata çerm û hem jî bandorê li dil, gurçik û kezebê dike. Bi kar anîna vê madeyê li gorî peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin. Her wiha li dijî gel bi kar anîna vê madeyê di sala 1980’yî de li gorî protokola 3’yemîn ya çekên konvansiyonel hatiye qedexekirin. Erdogan li dijî fosforê derketibû Dema ku Israîlê li dijî Gazzeyê bombeya fosforê bi kar anî herî zêde serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bertek nîşanî Israîlê da. Erdogan beriya gera xwe ya Amerîkayê di 13’ê nîsanê de der barê bi kar anîna bombeyên fosforê ev tişt gotibûn: “Li Rojhilata Navîn welatekî xwedî çeka nukleerî heye, mînak Israîl. Her wiha li Gazzeyê bombeyên fosforê hatin bi kar anîn. Ev çi ye? Çeka îmhakirina girseyê ye.” Tê meraqkirin ku di serî de Erdogan û rayedarên dewletê dê ji bo dîmenên bombeya fosforê ku li Dêrsimê hatin kişandin dê çi bibêjin. Serokwezîrê tirk ji bo ku dewleta Israîlê gazên fosforê bi kar dianî weke ‘sûcdarê şer’ bi nav kir. Lê li Dêrsimê leşkerên tirk gazên fosforê bi kar tîne, gelo Erdogan li dijî vê dê xwe li kerîtî dayne
Dîmenên ku li Dêrsimê hatiye qeydkirin dîmenên Gazzeyê ku ji aliyê Israîlê ve hatibû bombebarankirin tîne bîra mirov. Di dîmenên ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) hatiye kişandin vê rastiyê radixe ber çavan. Di vê rewşê de pirsa ‘Gelo Artêşa Tirk li Dêrsimê bombeya fosforê bi kar tîne?’ tê bîra mirov. Çavkaniyên herêmî jî bi taybet bal kişandin şewita bombeyên ku tên avêtin.
Erdogan di axaftina xwe ya li Katarê di 13’ê sibatê de kiribû gotibû li ku derêyî ey mirovahî û wiha axivî bû: “Divê em ji her alî ve mezinahiya hiqûq, aştî û edaletê biparêzin. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe kuştina zarokan, jinan û mirovên masûm îhlalkirina mafê mirovan e. Mirovahî ji bo masiyên fokê radibin ser piya lê li Gazzeyê zarokên ku tên kuştin nabîne. Mînaka vê li Gazzeyê hate jiyîn û li Gazzeyê bombeyên fosforê hatin avêtin. Hezar û 500 mirov hatin kuştin. Ez niha li bang dikim, ey mirovahî tu li ku derê yî, ey rêvebir hûn li ku derê ne… Ez vê pirsê ji nefsa xwe, şexsê xwe jî dipirsim ji hemû mirovahiyê dipirsim.”
Li Katarê hevseroka Erdogan, Emînê Erdogan jî bal kişandibû şerê Gazzeyê û wiha gotibû: “Gelo li cîhanê hembêza kîjan dayikê hêjayî bombeyên fosforê an jî fuzeyê ne? Kîjan zarok heq dike ku bombeyan biavêjin wî?” Recep Tayîp Erdogan û Emîne Erdogan ji bo Gazzeyê wiha dibêjin lê di nav sînoran wan de, di dema hikûmeta wan de li Dêrsimê ji aliyê Artêşa Tirk ve ji bo bi kar anîna bombeya fosforê bêdeng diminîn. Tê meraqkirin ku li Dêrsimê ji bo bi kar anîna bombeya fosforê çi bibêjin.
Ji bo wateya bombeya fosforê di ferhengan de wiha tê gotin: “Çeka herî xedar ku di şeran de tê bi kar anîn. Hîn cûre û sedemên bi kar anînê hene. Li cihê ku bikevê li hewa tebakaya mijê dihêle. Leşkerên dijmin yên vê mijê behn bikin xilas nabin. Her wiha ji bo şewitandina leşkerên dijmin jî tê bi kar anîn. Bi taybet jî bi vê taybetmendiya xwe ve tê zanîn. Fosfor beriya ku bikeve erdê çawa temasa wî bi hewa re çê dibe dişewite… Fosfora ku li hewa bikeve ser leşkeran unîformayê dişewitîne, qul dike, ji çerm ve digire û li wir şewata fosforê dom dike. Beriya ku bikuje cehenemê ji mirovan dide jiyandin.”
Hîndekarê beşa Kîmyayê ya a Zanîngeha Erciyesê Prof. Dr. Abdullah Çoban di 16’ê çileya 2009’an de di televîzyonekî de ji bo bombeya fosforê ev tişt gotibûn: “Fosfora spî di çêkirina bombeyê de tê bi kar anîn û dema ev fosfor temasî oksîjenê bike dest bi şewatê dike û bi qasî 5-10 kat qalindiya laş dişewitîne. Ji ber vê yekê piştî ku bê çêkirin divê temasî oksîjenê neke. Bombeyên fosforê ku tê îdiakirin Israîlê li Gazzeyê bi kar aniye îhtîmal heye ku bi tevî bombeyên cûda hatiye avêtin. Ji ber ku di dîmên hatine weşandin de xuya dike ku piştî fosfora spî diteqe dişewite û tê xwarê. Ev ji mirovan re digire û dibe sedema şewitandina wan.”
Nûçe
Zebeş mêraniyê xurt dike!
—————
—————
Xwendekarên zankoyê ji bo Serdeşt Osman meşiyan
—————
Xwe ji 7000 metreyan ji balafirê avêt xwarê!
—————
Xwarina Pîvazên sor
—————
Xwarina cûrbecûr bixwin!
—————
Xizmeta wergerandina PDF û WORD ji Google
—————
Wêneyên Newroza Amedê 2009
—————
Vedîtina planêtek nuh ji dervî pergala rojê
—————