Swêdê mafê daniştinê da serleşkerê kîmyayî yê Sedam
Li gorî ku Dezgeha Mafên Mirovan a li dijî jenosîdê, Kurdocide Watch-CHAK’ê îro ragihand, Swêdê mafê daniştinê da Mihemed Kemal Abidê serleşkerê Sedam Huseyn. Li ser vê rûdanê, îro, 4’ê Gulana 2010’an, şandeyeke CHAK’ê ya ji Cîgirê Serokê Giştî, Gabar Çiyan, Serokê CHAK-Swêdê, Qadir Nadir û hiqûqvan û rojnamevan, Şîlan Seîdî pêk hatî, bi şêweyekî fermî serî li Daîreya Polîsên Giştî yên Ewlekarî û Tawanbarên Giştî ya Swêdê da. Şandeyê li ser navê CHAK’ê belge pêşkêşî daîreyê kirin û li dijî serleşkerê Sedam ê ji çekên kîmyayî berpirs doz da destpêkirin.
CHAK’ê da xuyakirin, ku peymana qedexekirina bipêşxistin û bikaranîna çekên kîmyayî li cîhanê girîng e û hejmareke bilind ji welatan îmze kiriye û wiha pê de çû: ”Ev aliyekî pirsê ye. Aliyê din, pêvajoya girtin û cezakirina kesên tawanbar e. Kesên ku çekên kîmyayî bi zanatî û ji bo jenosîda neteweyên din bi kar anîne, divê bê ceza nemînin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku Mihemed Kemal Abidê mafê daniştinê ji Swêdê wergirtî, di dema rejîma Îraqê ya berê de, serleşkerê Sedam Huseyn bû û hate bibîrxistin, ku ew endamê Partiya Beas bûye, di bipêşxistina çekên kîmyayî û nûkler de, li Îraqê, rola wî sereke bû, mirov dikare bibêje, wekî ew heta ciyekî di asta yekem de ji wan çekan berpirs bû.
Daxuyaniya dezgehê dibêje, ew çekên kîmyayî yên ku bi destê Abid hatibûn bipêşxistin, di 1977-78’an de, di komkujiya Enfal û Helebceyê de, li dijî gelê Kurd bi zanatî hatin bikaranîn, bi deh hezaran Kurd hatin kuştin, birîndar bûn û seqet man, bi deh hezaran Kurdan jiyana xwe li xerîbiyê derbas kir.
CHAK dide xuyakirin, tevî rabirdûyeke wiha, ku rola vî kesê ev maf ji Swêdê wergirtî tê de sereke ye, serleşkerê Sedam Huseyn, serleşkerê Beasî, Abid, ji bo mafê penaberiyê hate Swêdê û di 20’ê Sermaweza 2009’an de, ji Daîreya Penaberan-Migrationverketê mafê penaberiyê wergirt.
Dezgeh dibêje, ev biryar şaş e û ji ber hincetên ku li jêrê hatine rêzkirin, pêwîst e Swêd li ser vê biryarê ji nû ve kûr bibe:
- Bê guman e Swêd ji bo peydakirina zanyariyên li ser kesên mîna Abid, zîrek e. Dema ku bixwaze, dikare ji Hukimeta Herêma Kurdistanê, Îraq û Emerîkayê zanyarî û belgeyên li ser Abid dabîn bike. Lê ji Swêdê re pêkanîna lêkolînek û hewildaneke wisa zêde nehate rojevê.
- Armanca Sedam Huseyn a ji bo bipêşxistin û bikaranîna çekên kîmyayî û nûkler baş tê zanîn. Mirov dizane, ku li Îraqê 20 hezar Kurdên Feylî bûne qurban ji bo bipêşxistina çekên kîmyayî. Ango Sedam çekên kîmyayî û yên giran li ser Kurdan ceribandiye.
- Ceribandina çekên kîmyayî ji aliyê pispor û çêkerên çekan ve tê raçavkirin. Ango kesên ku wan çekan bi pêş dixin, mirovên ku dibin qurban bi xwe hildibijêrin û li ser wan bi kar tînin.
- Sedam Huseyn, ji bo tevkujiyê, çekên kîmyayî di şerê Îraq û Îranê de ceribandiye û li dijî Kurdan gelek caran bi kar aniye. Ceribandin her dem di raçavkirina pisporan de û bi pêşniyarên wan bûne.
Dezgehê ragihand, ku di vê çarçoveyê de, mirov bê şik e Mihemed Kemal Abid, ne bi tenê çek bi pêş xistine, wî di ceribandina çekan de rol girtiye û ji bo ceribandinên nû yên li ser mirovan rol girtiye. Hate gotin, ku Abid endamê Partiya Beas e, ew serleşker e, mîna gelek serleşkerên Sedam, divê Abid jî li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyayî û ceribandina çekan li dijî xelkê sivîl bibe ciyê lêkolînê.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHAK’ê, Gabar Çiyan, li ser pirsê dîtina xwe wiha derbirrî: ”CHAK hevkara Dadgeha Navneteweyî ya Tawanbarên Şer e. Di vê çarçoveyê de, kujerên tevkujiyê têne tesbîtkirin û li dijî wan, li welatê ku lê ne doz têne vekirin. Dema ku encam neyê bidestxistin, em pirsê dibin ber destê dadgeh û dezgehên navneteweyî.”
Çiyan her wiha got, “pêvajoya li dijî Abid dest pê kiriye. Divê îfadeya wî ji aliyê Dadgeha Tawanbarên Tevkujiyê ve bê girtin. Xelatkirina kesên wisa bi mafê penaberiyê, cesaretê dide kesên qesas. Swêd ji bo pirsên mafên mirovan welatekî nasraw e. Biryara Swêdê ya der barê Abid de ne ciyê famkirinê ye û çênabe bê pejirandin”.
ji ANF.com
Tags
Berhem
Çil hejmarên 'Kurmancî' derketin
—————
Albûma Mihemed Şêxo yanî Bavê Felek derket
—————
Ji Weşanxaneya Ava du Pirtûkên Helbestan
—————