Ferzad Kemanger: Destûrê bidin bila dilê min di sînga zarokekî de lêbide

Ferzad Kemanger: Destûrê bidin bila dilê min di sînga zarokekî de lêbide

Berpirsiyarê Ragihandinê yê Komeleya Mamosteyên Kurdistanê Ferzad Kemanger yek ji 4 girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin.

Kemanger di nameyek ku par nivîsandî de wiha dibêje: "Bitenê daxwaziyeke min heye, bila dilê min yê serhildêr; piştî ez hatim darvekirin di sînga zarokekî ji min serhildêrtir de lê bide."Rejîma Îranê ligel mamosteyên kurd yên ji doza PJAK'ê hatibûn mehkûmkirin Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Welîlî û Şirîn Elem Hulu, 4 kurd û her wiha Mehdî Îslamiyan ji rêxistina Tondarê darvekirin. Mamosteyê kurd Ferzad Kemanger par bi nameyeke ji Wezîrê Îstîxbarata Îranê Kolam-Hoseyn Ezheî re şandî lebetên laşê xwe bexşandibû.

Kemanger di nameya xwe de gotibû ku "Tekane daxwaza wî ew e, ku dilê wî di sînga zarokekî de lêbide". Kemanger di nameya xwe ya li Girtîgeha Racaî Şahr a li Kerecê nivîsandî de wiha dibêje:

"Bi mehan e ez di girtîgehê de me. Birêvebiriya Girtîgehê got qey ez bê nasname, vîn û hezkirin im. Ez di navbera dîwarê odeyên wan ên bê pîvan ku bi qasî mêjuyê dirêj dibin de mam. Wan got belkî min ji welatê min û zarokên ku ez ji wan hez dikim dûr bixin. Lê her roj ez xwe li gel wan hîs dikim. Gotin belkî zindan wateya tarî, roj û tîrêjê di mejiyê wî de winda bikin. Lê ez bûm şahidê binevşên ku di tarîtî û bêdengiyê de bişkivîn. Gotin belkî zindan hiş û mejiyê wî her wiha aqilê wî ji serê wî bibe. Lê di girtîgehê de ez ketim rêwîtiyek nû û min ji nûve 'Xwe afirand' Ez bi 'Meşandina şerê li hemberî xwedê' wek 'Kafîr' hatim reşkirin.

Pişt re jî edaleta wan ji bo jiyana min bistîne hate hûnandin. Ji ber vê yekê ez bêy xwestina xwe li benda darvekirinê me. Lê ger ku rojekê bi vê hezkirina xwe ya li hemberî mirovan jiyana xwe winda bikim, min biryar da ku ez ê hemû beşên laşê xwe bexşî kesan bikim ku bi van endamê min bijîn. Destûr bidin ku dilê min li gel hezkirin û hêrsa xwe bexşî zarokekî karker bikim. Li ku dibe bila bibe. Li ber keviya pêlên robarê Karonê, li pala çiyayê Sebelanê, li rexê Rojhilata Sahara. Dikare Zarokek be ku li Qontara Çiyayê Zagrosê li rojê temaşe dike. Tenê daxwaza min ew e, dilê min ê pirpirî bexşî zarokekî bikin ku ji min hê bi coş û serhildêrtir e. Bidin zarokekî ku îxanetê li xeyalên xwe neke. Tenê xwesteka min ew e, dilê min di sînga zarokekî ku bîranînê min zindî bigire û bide jiyandin de bavêje. Destûr bidin ku kîjan zimanî diaxive bila biaxive, bila dilê min di sînga yekî din de hilbavêje. Tenê xwesteka min ew e, ku dilê min di sînga zarokekî de lêbide ku destê wî ji ber kar girêk girtiye û hêrs û nifrîna wî zêde ye, ku di pêşerojê de bibe mamoste û hemû zarok silav bidin wechê wî yê bi ken. Wê demê dê zarok wateya birçîbûn, jarî û xizaniyê nizanibin. Wê demê wê di cîhana wan de gotinên wekî `zindan`, `îşkence`, `êrîş` û `newekhevî` bê wate dibin. Destûr bidin ku dilê min di koziyek cîhanê ya biçûk de lêbide. Destûr bidin ku dilê min di sînga zarokekî de lêbide da ku ez her sibeh bi dilê xwe û bi dengê bilind bi zimanê xwe yê kurdî biqîrim: dixwazim bibim ew bayê ku peyama azadiyê hildigire û bi xwe re li hemû quncikên vê dunyayê belav dike.

Navdarên Kurd

Şêwekar û Helbestvan Ekrem Zave

Şêwekar û Helbestvan Ekrem Zave

08.05.2010 Şêwekar û Helbestvan Ekrem Xelîl, yê ku bi navê Ekrem Zave tê naskirin û bi vî navî jî îmzeyên xwe li ser tabloyan dixîne di sala 1974 de li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê ji dayik bûye. Şêwekarî û hunera rengan di zaroktiya wî de bala wî kişandî. Lê ew ticar ne çûye ti dibistanên...

Hunermendê HîpHopê Şerîf Omerî kiye?

Hunermendê HîpHopê Şerîf Omerî kiye?

  Şerîf Omerî kiye?   Hunermendê Hîp Hopê Şerîf Omerî di sala 1987 li bajarê Qamişloka evînê hatiye dinê û xwendina xwe li zanîngeha Helebê beşa Civaknasiyê (Sosyolocî) dewam dike.   Di sala 2004 li Qamişlo dest bi hunerê kir. Tevlî pêşbirka mûzîkê ya li Efrînê „SuperStar“ bû...

LI GOTINEKÊ BIGERE

Radyoyên Kurdî zindî

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info