Festîvala Kurtefîlman a Hewlêrê dest pê kir

Bi amadebûna wezîrê kulturê û hin hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê, duhî êvarê Festivala Kurtefîlman a Hewlêrê dest pê kir.

Detpêka festîvalê rêvebirê festîfalê Şaxewan Îdrîs peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe bi amadebûna wê hejmara hunermend û temaşevanan nîşan da. Îdrîs got: “Rêvebiriya Sîmaya Hewlêrê di vê festivalê de bi 15 kurtefîlm û 5 fîlmên dukomentarî beşdar bûye. Her wiha ji parçeyên din yên Kurdistanê jî 20 kurtefîlm beşdarî festivalê bûne.”

Rêvebirê Festivala Kurtefîlman a Hewlêrê Şaxewan Îdrîs her wiha anî ziman, tevî şîdeta ku li perçeyên din yên Kurdistanê heye, lê hêj kurdan kariye kultur û berhemên xwe yên şaristanî biparêzin û pêş bixin û ji bo vê yekê jî destxweşî li wan kir.

Duhî ku yekemîn roja festîvalê bû 7 kurtefîlm û 2 fîlmên dukomentarî yên bi navê Yilmaz Gunay Diyarbekir û Baba Çawiş Hewlêr hatin pêşkêşkirin.

Festîvala Kurtefîlman a Hewlêrê dê 5 rojan dom bike û serê sibehan dê semîner bên dayîn û êvareyan jî ji seat 16:00’an ve dê kurtefîlm û fîlmên dukomentarî bên pêşkêşkirin.

 

Warvîn.org

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info