Nameya Mehdiye Gulrûyê bo Şêrîn Elem Hûliyê

 Nameya Mehdiye Gulrûyê bo Şêrîn Elem Hûliyê

Me şeva Şemiyê bê yî Şêrînê derbas kir. Ev di zindanîbûna me de dema herî tehl bû. Şeveke tarî û tijî xewnereşk bû. Em bi bêriyê ketibûn, ku careke din Şêrînê bibînin û her çirkeyek ji bo me dema bêna bû, derbas nedibû...

"Axxx, ew şeveke çawa bû. Beyaniya Yekşemê, niqutîbû dilên me girtiyan, em bi barekî giran ê li ser sermilên xwe hisiyabûn. Wê hingê, ji me re careke din tiştekî ne ciyê şik û gumanê bû, ku giyanê şervaneke û şepaleke xaka Kurdistanê, ku berxwedana wê çiya rakirin ser piyan, dibirin ber kindirê sêdarê. Zehmet bû mirov bawer bikira…"
Girtiya bi navê Mehdiye Gulrûyê, ku li Girtîgeha Evînê ya li Têhranê, bi Şêrîn Elem Hûliyê re girtî bû, hucreya wan yek bû, piştî ku hevala wê Şêrîn Elem Hûliya endama PJAK’ê, vê Yekşema çûyî tevî Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û girtiyê ji doza rêxistineke monarşîparêz, Mehdî Eslamiyan, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hate bidarvekirin, nameyek li dû Şêrînê nivîsand.
Mehdiye Gulrû endama Konseya Mafê Perwerdeyê ye û di Girtîgeha Evînê ya li Têhranê de girtî ye. Nameya Gulrûyê bo Şêrîn Elem Hûliyê ev e:
"Tu bi me re bûyî, te bêyî me lê da çûyî, wekî bêhna kulîlkekê. Tu bi kû de çûyî?
Me şeva Şemiyê bê yî Şêrînê derbas kir. Ev di zindanîbûna me de dema herî tehl bû. Şeveke tarî û tijî xewnereşk bû. Em bi bêriyê ketibûn, ku careke din Şêrînê bibînin û her çirkeyek ji bo me dema bêna bû, derbas nedibû.
Xeta têlefonê ya qawîşa jinan ji piştînîvroya Şemiyê de hate qutkirin, ku ev jî bû şayîşa bi ser kula me de hatî. Em hemû bi hev re di jûrekê de bûn, ku bi tenê aîdî me bû. Kêfa Şêrînê ji wî awayî re dihat. Wê ji me zêdetir êş û azar dît, lewma ji goşegiriyê hez dikir, lê ew bû ya pêşîn, ku ev jûr hişt çû. Wê şevê, yên ku ev demeke dirêj bû li Evînê girtî bûn jî qala bîranînên xwe yên der barê wan mirovan de kirin, yên ku di tariya şevê de ji nişkê ve bûn birq û birûsk, da ku herin bigihîjin ronahiya nemir a azadiyê. Me dema xwe bi bîranînên tehl ên wan kesan derbas kir, wekî hevriyên wan çawa girtibûn biribûn ber sêdarê. Em bûn heyrana berxwedana wan jinan, ku xwe li barê giran ê mirina hevalên xwe ragirtibûn, ji bo ku ji nifşên bê re rojên baştir bînin, serî danîbûn riya mirinê.
Heywax, çerxa bêdadiyê her digere û hê me negotî çi qewimî, çi ciriya, hê me sebra xwe nepîvayî, ji nişkê ve, bi hum û gum rahiştin Şêrînê, destê wê ji me qetandin, dema wê jî çênebû xatirê xwe ji me bixwaze; te digot qey kindirê sêdarê navê wê gazî dikir, wekî di awirên wê yên baz de pirîskeke tirsê bibîne. Lê ez baş pê dizanim, ku cegerpolatiya Şêrînê henekê xwe bi xalîtî û dilkeviriya wê şeva Evînê û bêînsafiya kindirê sêdarê dikir.
Çi xewneke bêhûde. Çerxa bêdadiyê her digere; ji nişkê ve em birr kirin, Şêrîn bi darê zorê ji nava me girt bir, da ku asta sebra me biceribîne. Te digot qey xelboqeyê sêdarê bi navê wê gazî wê dikir û hêvî dikir di awirên wê yên baz de pirîskeke tirsê bibîne. Lê em baş pê dizanin, ku dilêriya wê henekê xwe bi wê şeva Evînê û kindirê sêdarê kiribû.
Her çirkeya ku derbas dibû dijwar bû. Em li bendê bûn agahiyekê der heqa Şêrînê de bistînin. Gava ku hatin Şêrîn birin, wekî navê bavê wê di tomarên wan de şewt hatiye nivîsandin kirin behane. Me bîr nebir, ku ew kêlî wê bibûya kêliya dawî, ku me Şêrîn didît. Coş û peroş û viyana Şêrînê bo jiyanê û geşedanê û hewildana wê ya li ser xebatên xwe, yên keseke ku gava din ketibe girtîgehê û wê di nêzîk de bê berdan dianî bîra mirov.
Axxx, ew şeveke çawa bû. Beyaniya Yekşemê, niqutîbû dilên me girtiyan, em bi barekî giran ê li ser sermilên xwe hisiyabûn. Wê hingê, ji me re careke din tiştekî ne ciyê şik û gumanê bû, ku giyanê şervaneke û şepaleke xaka Kurdistanê, ku berxwedana wê çiya rakirin ser piyan, dibirin ber kindirê sêdarê. Zehmet bû mirov bawer bikira.
Me di nûçeyên saet duduyan de bihîst, ku Şêrîn hatibû bidarvekirin û ew ê çu caran venegere. Her çendî me berê jî ji jiyannameyan û bendên li ser dîrokê nûçeyên bidarvekirinê bihîstibû, me di her şaneyeke bedena xwe de hest bi tundî û tehliya windahiya Şêrînê kir.
Ew şev bû kêrta dawî ya hemû şevên jiyana me. Me hêvî kir ew tişt bibe, ku girtiyên bîst sal berê di hesreta wê de bûn: bêdadî êdî kuta bibe, da ku ev neyê serê nifşê dahatûyê.
Di ser trajediyê re çar roj derbas bû. Şarpeyeke reş, ku nîşaneya beyaniya me ye, li ser textê wê yê razanê disekine. Ez li ser zemînê hucreya girtîgehê radizêm. Hevalên min ên hucreyê pêdagirî dikin, ku ez li ser textê Şêrînê yê razanê razêm. Lê ez nikarim ciyê mamosteya dîzik û kedûnan bigirim; dê dewsa wê her tim xalî bimîne.
Mehdiye Gulrû
Ji Girtîgeha Evînê”

 

ji Welat.org 15.05.2010

LI GOTINEKÊ BIGERE

Nûçe

Nameya Mehdiye Gulrûyê bo Şêrîn Elem Hûliyê

 Nameya Mehdiye Gulrûyê bo Şêrîn Elem Hûliyê

Me şeva Şemiyê bê yî Şêrînê derbas kir. Ev di zindanîbûna me de dema herî tehl bû. Şeveke tarî û tijî xewnereşk bû. Em bi bêriyê ketibûn, ku careke din Şêrînê bibînin û her çirkeyek ji bo me dema bêna bû, derbas nedibû... "Axxx, ew şeveke çawa bû. Beyaniya Yekşemê, niqutîbû dilên me girtiyan,...

Li Rojhilatê Kurdistanê jiyan rawestiya!

Li Rojhilatê Kurdistanê jiyan rawestiya!

MAHABAD - Çalekiyên protestoyîn yên ku piştî bi darvekirina 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn destpêkirin, îro vegerîyan grevên giştî. Bi taybet li bajarên Sîne û Mahabad hemû derabe hatin daxistin, xwendekarên Kurd yên li zanîngehên Îranê dixwînin jî tevlî dersan...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info