Xwendekarên zankoyê ji bo Serdeşt Osman meşiyan

Xwendekarên zankoyê ji bo Serdeşt Osman meşiyan

HEWLÊR - Xwendekarên Zankoya Selahedînê ji bo hevalê xwe Serdeşt Osman îro meşiyan. Xwendekaran di meşê de xwestin kujerên Serdeşt Osmanê rojnamevan werin dîtin û ji Hukimeta Herêmê xwestin bi berpirsiyarî tevbigere.

Xwendekarên Zankoya Selahedînê ji bo şermezarkirina kuştina Serdeşt Osmanê roja 4'ê Gulanê hatî revandin û kuştin, xwepêşandanek li dar xistin. Xwendekarên cilên reş li xwe kirî, bi hilgirtina wêneyên Serdeşt Osman û pankartên li ser "Riya Serdeşt riya me ye", "Kujerê Serdeşt kî ye", "Kujerê xwendekaran kî ye" nivîsandî, ji ber deriyê Kolêja Zimên a Selahedînê heta ber deriyê Parlemena Kurdistanê meşiyan. Her wiha tabûta reş a li ser "azadî" hatî nivîsandin a li pêşiya meşê bal dikişand. Xwendekaran, dema ku di ber deriyê Wezareta Xwendina Bilind re derbas bûn, bi deqeyekê, bi bêdengî, berê wêneyên Serdeşt Osman dane wezaretê. Her wiha, li ber deriyê Serokatiya Zankoyê jî bi deqeyekê bo rêzgirtinê rawestiyan.

Her çendî komîteya amadekar biryar girtibû, ku ew ê bi bêdengî meşê li dar bixin, lêbelê xwendekaran guhdarî li wan nekirin û diruşmên "Azadî Azadî", "Ka qanûn, ka azadî, xwîna Serdeşt kê biriye", "Em hemû Serdeşt in, em hemû Soran in", "Ka parlemen, ka hukimet, ka xwîna Serdeşt" berz kirin. Di meşa bi hezaran xwendekaran beşdar bûyî de, zêdebûna polîs û hêzên ewlekariyê bal dikişand.

Dema ku xwepêşandan gihişte ber deriyê parlemenê, şandeyek bi navê xwendekaran çû parlemenê. Di wê demê de, bi tenê hinek parlementerên Goran xwendekar pêşwazî kirin, lêbelê Rêxistina Yekîtiya Qutabiyan (Xwendekaran) destûr neda daxuyaniyê bidin. Meşa ji hêla xwendekarên Kolêja Zimên ve hatî lidarxistin, Yekîtiya Qutabiyan a nêzîkî PDK'yê xwest meşê bixe ser navê xwe. Li ser vê yekê, birayê Serdeşt Osman, Bekir Osman got, ku bi tenê xwendekarên hevalên birayê wî berpirsên xwepêşandanê ne û bila ew biçin parlemenê.

Xwendekar demeke dirêj li ber deriyê parlemenê rawestiyan û bang li Serokê Parlemenê, Kemal Kerkûkî kirin, her wiha bê navbirrî diruşma "Ka Parlemen, ka Hukimet, kanê xwîna Serdeşt" berz kirin. Her wiha, xwendekaran bîdonên avê yên di destên xwe de avêtin hundirê parlemenê.

Hêzên ewlekariyê, di dema meşê de, gef li gelek rojnamevanan xwarin û nasnameyên wan ji wan xwestin.

 

ji ANF.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

Tenduristî

Gûz li dijî tîrbûna xwînê

Gûz li dijî tîrbûna xwînê

Xwarina gûza gelek başe, ji ber gûz kolestrolê jî û tîrbûna xwînê kêm dike. û bi vî hawî hûnê xwe ji nexweşiyên dil biparêzin. Gûz zengîn bi protînên giha, hesin, vîtamîn û Antioksîdant. Li gor tecrubeyek ku hatiye kirin, ji 583 beşdaran yên ku rojê 67 gram gûz xwarin, kolestrola wan ji sedî 5,1...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info