Pêkenok

07/05/2010 13:09

Ji bo kevn nebe

Rojekê gundîyekî Cilînî ji xwe re baweşîngekê dikire. Ji bo ku baweşînga wî kevn nebe, baweşîngê li ba nake, lê baweşîngê digre dide ber ruyê xwe û serê xwe li ba dike!
07/05/2010 13:08

JI JINA XWE NATIRSE!

Li qahwê yekî ji hevalên xwe re got: - Yên ku ji jina xwe ditirsin bila hemû rabin pîya! Yek ne tê de hemû rabûn pîya. Ji yê ranebûyî pirsîn: - Welê xuyaye ku tenê tu ji jina xwe natirsî? Mêrik: - Na welle, jinikê vê sibê darek welê li kulêmeka min xistîye ku ji êşa...
07/05/2010 13:07

MIN JÎ NEDÎYE!

Padîşahek ji wezîrê xwe re dibêje: - Divê ku tu heta sibê ji min re gotineke welê bibêjî daku pênc pere neke! Wezîr diçe. Wê şevê xew bi çavan nakeve. Her çendî difikire lê zor e, çawa bike ku gotineke bi pênc pereyî neke bibîne. Wezîr serê sibê tê cem padîşahî û jê...
07/05/2010 13:05

LAWIK HÊDÎ DIMEŞIYA!

Mamoste ji xwendevana xwe ya keçik dipirse: - Tu ji bo çi dereng mayî? - Mamoste, gava ku ez dihatim dibistanê lawikek li pey min bû, hema bela xwe di min dida, ji ber wê ez hinekî dereng mam. - Ê te jî lez bikira? - Lê lawik hêdî dimeşîya!
07/05/2010 13:00

Qîzê çirê pêxe

Mêrik şeva dereng tê malê. Nizane ku li mal mêvan hene. Wekî her şev cilên xwe datîne, şalwarê xwe li ber serê xwe bi cih dike û dikeve nav nivîsan. Ji wî heye ku jina wî di nav nivînan de ye. Lê wê rojê mêvanên wan hatine û jina wî nivîn hemû daniye û ne belî ye kî ketiye nav kîjan ...
07/05/2010 12:59

Bûka xerîb

Hebuye tunebuye qîzek hebuye. Ev qîzik xêj gundê xwa neçuye gundekî din û tu derê xerîb nadîye. Roj di ser rojanda derbas buye, ev rojana buye meh û sal, qîzik ezeb buye. Ji gundek nîzik, xwazgînîyê qîzikê hatiye, bavê qîzikê, qîza xwe dayê mêr. Malbavê qîzêkê, roja dîlana qîzikê kif?...
07/05/2010 12:58

Kundir û beroş

Li oda gund civat germ bûye. Na mesele zîvirî hat ser mezinbûna kundira. Yek dibê kundirê min dîtiya ewqas mezin bû, yê din dibê yê min hîn mezintir bû,her kesek tiştekî dibêje. Ji hundirê civatê yek rabû got, „lawo ma we çi dîtiye, kundirê ku min dîtiye ewqas mezin bû ku ev keleha gund ji ber...
07/05/2010 12:56

Jîjo

Jîjo serê xwe di pirça xwe dide,.. Dibêje:  Ox, çi nerme.
07/05/2010 12:40

Mela û Brokrat

Di sala 1992 an de ji Serhedê melayekî Kurd diçe paytextê tirkan Enqerê. Diçe ku bi kurdek birokrat re hevdîtinê çêke. Beriya ku birêkeve ew kurdê birokrat ji mela re têl dike û dibêje; -Seydayê heja, ji kerema xwe re ku tu hatî Enqerê ji min re du devo penîr, du post toraq û deh kilo ...
07/05/2010 12:39

Kêfoyê Dilşewat

  Kêfo ji bavê xwe dipirse: - Bavo, ma ez çawa hatime dinyayê? - Dema bişev ez û diya te çûn nivînên xwe, me li derdora nivînan curbecur şekir û çîkolate danîn. Em sibê rabûn, tu hatibû.  Ev yek pir bala Kêfo dikişîne. Kêfo jî tîne, li dora nivînên xwe şekir û çîkolateyan datîne...
07/05/2010 12:38

DEST NEDE TIRÎYAN...

   Amerîkayiyek li ser dikana mêwefiroş zebeşekî digire û nîşanî mêwefiroş dide û dibêje: - Ma sêvên we yên herî mezin ev in?   Mêwefiroş jî dibêje:   - Ji kerema xwe re destê xwe pir nede tiriyan, wê bihelisin!
07/05/2010 12:37

Du heval

Du heval bi hev re dipeyivîn. Her du jî pir xizan in. Yek ji yê din dipirse: - Du çêlekên te hebûna, teyê yek bida min? - Erê!   Du xaniyên te hebûna, teyê yek bida min? - Erê!   Du dîkên te hebûna, teyê yek bida min? - Na! - Çima? - Du dîkên min hene, ji bo wî...
26/04/2010 15:47

Bav û law û Dikan

Bav û Lawê xwe çûn dikanê. Law: Bavo Bavo ez ji şekiran gelek hezdikim! Bav: başe, her ji xwe re bihnekê him bike û dîsa deyn cihê berê
26/04/2010 15:39

çavtengî

Yek hebû gelek çavteng bû. bi şev bixwas dimeşya û sola xwe jî kiribû bin çengên xwe. tilya nigê wî li kevirekî ket û xwînbû. rabû ji xwe re got: baş ku min sola xwe nekiribû nigê xwe niha qetabiya
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info