Kundir û beroş

07/05/2010 12:58

Li oda gund civat germ bûye. Na mesele zîvirî hat ser mezinbûna kundira. Yek dibê kundirê min dîtiya ewqas mezin bû, yê din dibê yê min hîn mezintir bû,her kesek tiştekî dibêje. Ji hundirê civatê yek rabû got, „lawo ma we çi dîtiye, kundirê ku min dîtiye ewqas mezin bû ku ev keleha gund ji ber ve biçûk bû“. Kesê li civatê hemi bêdeng man, li hev nerîn û di ber xwe de dibên, „evîna çawa çirand, kesi kundirê weke keleha gund dîtiye!“ Lê kesî negot ew çi derewa bê îmane. Ji qorzîya odê yek rabû û got, „bavê min hedad bû, wîna beroş çêdikirin.Rojekê beroşek wilo mezin çêkir dema wî çakûç li aliyekî dixist dengê çakûç nediçû kesê aliyê din, ewqasî beroşa wî mezin bû“.Hema xwediyê kundir rabû û got, „wey wey, ev çi derewa ecêbe! Kesî beroşên wilo mezin dîtine lawo?“ Xwediyê beroşê lê vegerand û got, „segbav, ger beroşên wilo mezin tunebin kundirê weke kelehê mezin wê di ku de bên kelandin hê!“

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info