Qîzê çirê pêxe

07/05/2010 13:00

Mêrik şeva dereng tê malê. Nizane ku li mal mêvan hene. Wekî her şev cilên xwe datîne, şalwarê xwe li ber serê xwe bi cih dike û dikeve nav nivîsan. Ji wî heye ku jina wî di nav nivînan de ye. Lê wê rojê mêvanên wan hatine û jina wî nivîn hemû daniye û ne belî ye kî ketiye nav kîjan nivînan.

Jixwe berê odeya mêvanan jî tunebû, malî hemû li odeyekê radizan.

Werhasil mêrik ketiye nav nivînên xwe. Jinek jî di nav nivînan de ye, lê mêvana malê ye. Mêrik destê xwe davêje newqa jinikê lê jinik dengê xwe nake. Mêrik dest bi firkandinê dike û piştî demek kin herdu wekî du maran li hev digerin.

Piştî ku herdu dilê xwe rihet dikin, mêrik xwe ser piştê diavêje. Bi dengekî ji xwe bawer dibêje "Eyşooooo!" ku bêje hela tasek av bîne.

Jina wî haaylo ji wî aliyê odê dibêje "Çii !"
Mêrik bi şaş û metel dibêje: "Qîzo rabe çirê pêxe, bi xwedê min nîha kulfetekî ji malê."

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info