Bûka xerîb
07/05/2010 12:59
Hebuye tunebuye qîzek hebuye. Ev qîzik xêj gundê xwa neçuye gundekî din û tu derê xerîb nadîye.
Roj di ser rojanda derbas buye, ev rojana buye meh û sal, qîzik ezeb buye. Ji gundek nîzik, xwazgînîyê qîzikê hatiye, bavê qîzikê, qîza xwe dayê mêr.
Malbavê qîzêkê, roja dîlana qîzikê kif? kirinin, berbu û xwazgînîyê qîzikê hatinin, rojek li mala bavê qîzikê manin, şevek li wir dîlan û ?ahî kirinin, pi?tê rojek din, buka xwa, bi kêfxwa?î, birinin gundê xwe.
Şeva li mala zavê, buk û zava, divin jin û mêr, berîya wî demê buk di pencerêda, kur û kur difikire, dayika xwe û gundê xwa tîne bîra xwa. Di wî demêda, buk serê xwa radike li izman mize dike, wî demê Hîve divîne û matmaî ( şaş ) dimîne. De mizekin buk ji qîz û bukên gundê xway nura çi dibêje.
Bûk : Gelê qîz û bûkan mizekin, Hîva gundê mala Bavê min hatiya vir.