10/03/2009 12:14
Sê Çavşaş hebûn,
hevalê wan yê ne Çavşaş ji wan re got:
"Kî ji karibe li Çepka xîne, ezê pereyan bidim wan"
yê yekem nikarîbû, yê duyemîn jî
yê sêyemîn, karîbo ku li Çepka xîne.
Hevalê wî pere da wî,
gava dike têxe bêrîka xwe, kir bêrîka
hevalê xweyî din yê Çavşaş
—————
10/03/2009 12:10
Gundek hebû kortek têde hebû
xelk têwerdibûn û dimirin.
rabûn mezin û zanayên gund fikirîn ji bo
vê pirsgirêkê.
Ev biryar ji wan derket:
"Emê vê kortê bigrin û yek din li cem xestexanê vekin
ji bo kî têwer bibe, em wî zû bighînin xesteyê"
—————
10/03/2009 12:06
Du kes di otomobîlê dene
yê ajovan Çavşaşe, rastî darekê diajo
hevalê wî jê re dibêje:
-Ha ji xwe hebe dar li pêşiya te ye!
ajovan: Na kuro qey tu hîna min naznake,
ezê aniha xwe li orta herdu daran xînim
—————
05/03/2009 22:53
Yekî turumbêlek Ferrarî kirî
ketê û ajot, piştî nîvsaetekê radyo pêxist
dengek hat û got:
"Ev der London'e"
"ajovan: weeee çi zû gihiştimê lo!"
—————
05/03/2009 22:50
Yek ji yekî dipirse:
1 tê qehwê vexwe?
2 na kuro, piştî qehwê ez nikarim rakevim
1 ez eynî 180 derecê hawê dinim, piştî ez radikevim bicarekê de
nikarim qehwê vexum
—————
05/03/2009 22:46
Yekî çend blok danîn ser serê xwe, ji bo çi?
paşeroja xwe lêdike
—————
05/03/2009 22:44
Xwendevanekî zarok li dibistana seretayî de, mamoste ji wî dipirse:
"Ku tu mezin bibe, tê bibe çi?"
Xwendevan: ezê bibim kal mamoste!
—————
24/02/2009 10:09
Bav: Lawê min, gava Napoleon bi qasî te bi çûkbû gelek zîrek bû.
Law: Erê bavo raste, lê gava ew bi qasî te, wî cîhan li bin guhê hev xist!
—————
24/02/2009 10:04
Dudyên çavteng xwestin lîstikekê billêzin, wê serê xwe bixin nav avê, kî berê serê xwe ji nav avê derxîne
wê ji yê din re xwarinê bikire.
Heya niha hîn jî herdu derneketine!!
—————
24/02/2009 09:51
Çêkerê dem jimêrê ji ku zanîbû dem çiqase
ta ku demjimêr sere rast bike!!
—————
23/02/2009 21:04
Dadger dipirse:
"Ez dixwazim fam bikim, te çima ji dikanekê, di yek rojê de,
sê caran dizî kir?"
Gunehkar:
"Çîrok wa bû ezbenî, cara yekê min dizî ji ber ji jina min re gerek bû. Her
du carên din jî gerek bû ku ez kiras biguherim"
—————
23/02/2009 21:00
Dadger ji gunehkar dipirse: "Ma ti delîlên te hene ji bo vê yekê"
Gunehkar: "na, bi xwedê, gava ez di pencerê re ketim malê'de ti kesî ez nedîtim!!"
—————
23/02/2009 20:48
Tixtorek ji hevalê xweyî tixtor dipirse:
"Te ticarî xwîn ji nexweşan kişanidiye?"
- "Tixtor, erê, lê ticarî ji 6 litran bêtir nehatiye!"
—————
17/02/2009 22:02
Xêro Ebbas dixwest ji Tirkiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Li ser sînor ji wî pirsîn ma ka nasnameya te? Xêro li bêriya xwe gerya, nedît: min li mal ji bîra kirî. De ka min derbas bike lo!! virde wê de
ew derbas nekirin. "yawo hingî ez îro di xewde mam min ji bîr kir, te ji birayê xwe fêmkir...