DIL
Dila
Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî
Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî
Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket Şahî û...
—————
Baxê Dilê Min | Cahit Aybar
Baxê dilê mi çolistan,
Bu mi ne gul, ne gulistan,
Ne kûstane, ne xozistan,
Gej û vêzarim bindestan.
Çolekî bê av û derav
Lê digerim pêngav...
—————
Sê Caran Dil | Cankurd
Dilo
Iro ji êşan û girî
Şehkasiya şînayî tu
Iro ji ber jana mezin
Têla tijî feryadî tu
Ey dil tewata min nema
Mîna çira bê camî tu
Ey dil te sotim, kulkirim
Bêvacî tu, serxweşî tu
Rojek nebû tu şa bibî
Bê çare û dermanî tu
Ey dil bese ev zarotî
Sîngê mi de wek marî tu
Jehra te ket xûna mi de
Dilo...
—————
Min dil nema | şêrzad zeynelabidîn
Min dil nema
Min dil nema, pirre ji xema, ma me çi ma ? wem derbeder
Sed ax û ox, roj ne di pilox, cerg bi kêm û zox, xem ketne ser
Xemên me jî, prrî mejî, ma em ji hejî ? kul û keser
Ne me bihar, dirişte ar, dirrha xirar, yêl taqe der
Ax Kurdistan, wey dilistan, hêj li bin destan, bê pez...
—————
Dil - Baran Baravî
Berê xwe da jînê
Û guh li kesî nekir.
Cî ji xwe re ne dît..
Vegeriya,
Xwe di hundirê me de jî,
Veşart...
Hingî "sal"dîtin.
Xerîbî
Xwedê payîz kiriye kon
Vegirtiye ser
Welatê me
Çayir lê nemane
Lewra....
Teyrikên me
Bi çolan dikevin.
Hûn çi dibêjin
Mirin
Yan
Wenda bûn?!.
—————
Şaha Dil - Selah Mihemed
Şaha minê xweşikê
şengê rindê dilberê
dostê yarê xweş hevalê
beglerê
ne bi destê min tu ketiye dil
her tu hişî him sewdanî
bawerê
bejin û bala li hev hatî
çav û birhê mîna hev
dil kiriye amanca xwe
lê te ew kiriye perçe
dilberê bi yek awirê
were carek serdanekê
bide min
ez nexweşim nav...
—————
Evîna Dil - Cegerxwîn
Evîna dil, te dil kirye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar
Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nûve bûm evîndar
Diran û çav û dil pêkve şikestin
Û porê min sipî bûye bi yek car
Bi her çaran dibî xort û dipî pîr
Ji bona min nema hêjan e her çar
Nezanim ez, digel jînê...