Şaha Dil - Selah Mihemed

Şaha minê xweşikê
şengê rindê dilberê
dostê yarê xweş hevalê
beglerê
ne bi destê min tu ketiye dil
her tu hişî him sewdanî
bawerê
bejin û bala li hev hatî
çav û birhê mîna hev
dil kiriye amanca xwe
lê te ew kiriye perçe
dilberê bi yek awirê
were carek serdanekê
bide min
ez nexweşim nav livîna
gava tu bê
tu bidî min ramîsanek
ne kevir ji ke’bê dikevin
nejî şerme
ma qene tê bi mirê
rû wek heyva asîmana
gerdena cam û zucac
li hev hatî dêm durê
belqîsayê min nediye
lê li gorî pesindara
ber dilê min tu xweşikî
lê ne kêmî belqîsayî
wek dayika misilmana
tu tahirî
evîndarê teme yarê
tu ji payê newe xwarê
ger tu bê xwar
tê bibê wek gulekê
di guldana kevirî
bi xweziya wek dibêjin
nagirê kes
qet keziya
lê xwezî himbêz kiriba
bera porê teyî dirêj
li dora qirika min
bi geriya wek kindirê
dev û lêvê hingivînî
bi ser minde bi tewanda
carekê qencîyê bike
gawirê
ma tu zanê çiqas xêre ?
bi wan sêvê di paxilê
vê rojiya remezanê
ku mero li wan bi fitirê
şev û rojê li bîra minî
bi te di kevime gomana
bûyî mîna perçak ji min
qet dilê min ji’te nagerê
ê weka dilbera min
tim keçînî para wan bê
sed hezar heyf û mixabin
ew paxil bi bine paşil
lê serê wan dagerê
rabin ser landikê bi şev
dêm û rû bi çilmisin
ew xewa xweş li wan çava
bi buhurê

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info