Baxê dilê mi çolistan,
Bu mi ne gul, ne gulistan,
Ne kûstane, ne xozistan,
Gej û vêzarim bindestan.
Çolekî bê av û derav
Lê digerim pêngav pêngav,
Dijmin lê danîye pir da
Bu me nema hinir û nav.
Bê dest hilîn, bê kar, xebat,
Zilmêra çênabe sebat,
Gava tehsib kêşbe ciwat,
Dê ceşn û seyran be welat