Sê Caran Dil | Cankurd

Sê Caran Dil | Cankurd

Dilo

Iro ji êşan û girî
Şehkasiya şînayî tu
Iro ji ber jana mezin
Têla tijî feryadî tu
Ey dil tewata min nema
Mîna çira bê camî tu
Ey dil te sotim, kulkirim
Bêvacî tu, serxweşî tu
Rojek nebû tu şa bibî
Bê çare û dermanî tu
Ey dil bese ev zarotî
Sîngê mi de wek marî tu
Jehra te ket xûna mi de
Dilo bese, dijminî tu…
1974

Ey dilê min    
Ey dilê min, lo dilo
Her belengaz û kulo,
Çiye dîsa lîngelîng
Malwêrano, zengilo
              Malwêrano, lo dilo

 

Sal û malê min nema
Zor û hêza min nema
Bo me bûye pir dereng
Ey dilê min, lo dilo
          Xemxwaro, lo dilo

Ger ji bo min dem heba
Wê hemî bona te ba
Bo çi ev şer, bo çi ceng
Malxirabo, lo dilo
           Malxirabo, lo dilo

 
Her hewar û gazîn e
Her bi rîş û birîn e
Her li dinyayê bi deng
Malwêrano, lo dilo
          Malwêrano, lo dilo

 
Ez bi qurbanê te me
Her wekî kolê te me
Boyî bejna şox û şeng
Dilbirînim, lo dilo
         Dilbirînim, lo dilo

Bese yarê wer meke
Bese gazincê meke
Em li dunyê bûne leng
Malwêrano, lo dilo
       Ey dilê min, lo dilo

Dilekî min hebû
Dilekî min hebû
Herdem liyanî, herdem tijî evîn
Nedizanî çiye xeyd
                      …û çiye kîn
Reşbayek bi ser min de hat
Konê min li çolistana tenahiyê herifand
Pişta min duta kir
                     …û min dilê xwe yê bi birî
                 di nav de winda kir…
                  Dilekî min hebû
Bi min re her dost û yar
Em ji hev sîv dihatin
                      hin car û car
Me dem û cî
Bi ser seriyên hev de dikirine tar û mar
Lê ew dilê min bû,
             …û ez dilê wî bûm
Dilekî bi liyanî
              bi evîndariyê dizanî…

Heywax gundîno,
We bi sozên derew
We li ber dilê min vegirtin dav
We dilê min ji xwe re kire kew…
                ………………
Dilekî min hebû
Her hezkiriyê we bû
Da ji nav malên we gundiya
Rîş û keleman vede
                 …û wan diriya
Da hezkirinê têxîne nav gul û  kulvêketiya
Nav dil û bilbila
             …û nav sîngên van xulî li seriya…
Dilê min î hejar girtin
                …û dane ber xencerên wan serseriya.

Mixabin, sed car mixabin…!!
Rojekê ro li asîmanê rawestiya
Tevlihevî xiste cîhanê
                          …û nav van hestiya
Hawar hat ji melevanên zireyê
                     …û ji keştiya

Dilê min î xapandî
   bi çavên reş ên zeriya
      çû hawara delala
         da vemirîne agirê bi sîngê û berê wan ketiye
                           û bi wan deşt û çiya
                                  bi wan geliya….

Heywax gundîno,
Dilê min çû û carek dî li min venegeriya…
                  li min venegeriya…

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info