Çil hejmarên 'Kurmancî' derketin

Çil hejmarên 'Kurmancî' derketin

 

Rojnameya 'Kurmancî' ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser kurmanciyê di dema xwe ya weşanê de xebateke gelek hêja kir. 40 hejmarên "Kurmancî"yê niha li Stenbolê ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatin weşandin. “Kurmancî”ya ku wek weşanek herî girîng a ilmî tê qebûlkirin ji 1128 rûpelan pêk tê, di ebatê A4 de ye, 8 rûpelên wê rengîn in, li ser kaxeta spî hatiye çapkirin û bi çermê reş û bordo hatiye cildkirin.

Serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan di pêşgotinê de pirsên sereke ji bo rewşenbîrên kurd, wiha nîşan dide: Dewlemendiyên zimanê kurdî çawa bên parastin û bigihin nifşên nû? Kurd çawa, tevî hebûna devokên cihê jî, bi nivîskî an bi axaftinê ji hevûdu baştir dikarin fam bikin? Kurdî çawa dikare dewlemend bibe ku pê hest û meremên kurdên nûjen û xwenda yên sedsala XXIan jî îfade bibin? Û xebata “Kurmancî” wekî destpêka bersivdana van pirsan dibîne: berhevkirina devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna zimên, çêkirina peyvên nû ji bo warên jiyana îroyî.

Kendal Nezan diyar dike xebateke wisa divê ku karê Akademiya Ziman a dewleteke kurdî be: “Lê kes nizane ewê kengê dewleteke kurdî ya neteweyî çê bibe û ta wê demê ewê kurmancî bikeve çi rewşê. Lewra, hin rewşenbîrên kurd ên li dora Enstîtuya kurdî civiyayî biryar dan ku salê du caran, her carê ji bo hefteyekê bicivin û li ser pirsên kurmancî bixebitin, û di vê xebatê ji berhemên berê, nexasim ên Mîr Celadet û Kamiran Bedirxan û yên Kurdistana başûr jî kelk bigrin. Li gora mecalan me xwast kesên ku bi pirsên zimên mijûl bûne an devoka navçeya xwe baş dizanin an pisporiyeke wan a taybetî heye vexwînin van civînan û ji hemû navçeyên kurmancîaxêv beşdar hebin. Beşdar ji çend welatên ewropî tên û bi hev re qasî deh zimanên biyanî dinasin.”

Kurdên ji bajarên cur bi cur tên beşdarî van civînên "Kurmancî"yê dibin. Her du civînên pêşî di 1987'an de li bajarê Barselona, paytexta Katalonyayê çêdibin. Piştî çend civînan li Bruksel, Berlîn, Loland (Danîmarka), Dihok û Parîsê, beşdar, ku bi piranî li Swêdê dimînin, çêtir dîtin ku êdî ji şeş mehan carekê li Swêdê, li girava Biskops Arnoyê, bicivin. Di her civînê de li ser kurmanciyê biryar têne girtin û ew di rojnameya Kurmancî de têne weşandin. Niha ew hejmarên kurmanciyê li Stenbolê careke din çap bûn û li ber destê xwendevanan in.

 

ji diyarname.com

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

Berhem

Pirtûka Mêrê Avis | Helîm Yûsif

Pirtûka  Mêrê Avis | Helîm Yûsif

  Mêrê avis yek ji kitêbên çîrokan yên nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv e. Kitêb cara pêşîn li sala 1991ê bi zimanê Erebî li Şamê derkevt. Paştir, li sala 1997ê, weşanxaneya Avesta ew kitêb bi zimanê...

Gulîzer | Bûka Baranê

Gulîzer | Bûka Baranê

  Duyemîn kitêba Gulîzer ’Bûka Baranê’ di nav weşanên Avesta de di rêza Şahmaran de derket.  Kitêba wê ya yekem ’Keziyên Jinebî’ jî di eynî rêzê de çap bûbû û rastî elaqeyek mezin hatibû....
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info