Albûma Mihemed Şêxo yanî Bavê Felek derket

Albûma Mihemed Şêxo yanî Bavê Felek derket

SILÊMANÎ, 19/2 2010 — Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ko li başûrê Kurdistanê kar û barên xwe digerîne, di çarçoveya Zincîreya Yadgariyan de albûma hunermend Mihemed Şêxo derxist ko ji 10 CD-yan û 140 stranan pêk têt.

Stranên vê albûmê ko bi serperiştiya Zeyneb Yaş û Hozan Emîn hatine amade kirin, bi teknîkên nû hatine paqij kirin û tevî jiyannameya Mihemed Şêxo pêşkeşî dilxwaz û hogirê muzîka kurdî hatine kirin.

Li aliyê din, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî herweha karê pirtûkekê dike ko li ser jiyan û hunera Mihemed Şêxo ye û stranên wî tevî notayên wan in.

Mihemed Şêxo ko wekî "Bavê Felek" jî tê nas kirin, li hemî beşên Kurdistanê geriyaye û nav û deng daye û ji tevahiya çîn û birên civakê bengî û hogirên wî hene. Ew di sala 1947-ê de li gundê Girbawê hatiye dinyayê ko bi ser bajarê Qamişloyê ve ye. Apê wî Husên, ko hostayê tembûran bû,tesîreke mezin li Mihemed Şêxo dike.

Cara ewil apê wî tembûreke rastîn jê re çêdike, lê ji tirsa bavê xwe ko her jê re dibêje; “Tembûr lêdan li gorî dînê Îslamê heram e”, newêre bi eşkere li tembûra xwe bide. Digel ko malbata wî pêşî li wî digire, ew hêj li dibistana navîn têkiliyê bi Partîya Komonîst ya Sûriyê re datîne û karê muzîkê dike, lê ji ber ko stranan navêje ser serokê partiyê têkiliya wî bi partiyê re diqede.

Ew di sala 1970-yê de cara yekê eşkere distrê. Di sala 1970-yê de bi qaçaxî diçe Serxetê (bakurê Kurdistanê) û vedigere, paşê jî her wê salê ji bo perwerdehiya muzîkê diçe Beyrûdê. Li Beyrûdê li Navenda Hîndekariya Yekîtiya Muzîkê dest bi xwendina muzîkê dike û du xulan dixwîne. Ew pêşî di Koma Newroz de dibe sazbend, paşê jî digel hunermendên wekî Mehmûd Ezîz Şakir, Rifetê Darî, Seîd Yusîv, Remezan Necim Omerî dibe endamê Koma Serkeftin.

Piştî ko di sala 1972-yê de şer li Libnanê dest pê dike vedigere Sûriyayê. Li Rimêlan- Dêrika Hemko, komeke muzîkê dadimezrîne, lê desthiladariya Sûriyê rê nadê. Di sala 1972-yê de cara pêşî ji bo ahengeke hunerî berê xwe dide Bexdayê û ji wir jî bi rêka biraderên xwe diçe Êzgeyê Kurdî û çend stranên xwe tomar dike û vedigere Sûriyayê. Piştî ko ev stranên wî li radyoyê têne belav kirin, nav û dengê wî yekcar belav dibe dewleta Sûriyeyê wî dixe bin çavdêriyê; di vê navê de ew çend caran tê girtin.

Ew di sala 1973-yê de dîsa diçe Bexdayê û li Radyoya Kurdî çend stranan tomar dike. Piştî ji başûrê Kurdistanê vedigere Suriyayê, di sala 1974-ê de li Şamê, kasêta xwe ya yekê ya bi navê, “Gewrê”, tomar dike. Lê desthilatariya Sûriyê zextê li wî dike ji ber ko piraniya stranên di kasêtê de siyasî û neteweyî ne, ji ber hindê dîsa tê başûrê Kurdistanê û digihê nav refên pêşmergeyan.

Piştî Peymana Cezayîrê û niskoya Şoreşa Îlonê digel pêşmergeyan bi nasnameyeke Îraqî diçe Îranê. Li wir li Qempa bajarokê Rebetê dibe penaber û paşê diçe li Mehabadê bi cî û war dibe. Li wir mamostetiya dersên dînî dike û di ber ra jî dest bi xwendina zimanê farisî dike û bawernameya xwe distîne. Ji ber xebatên wî yên muzîkê ko li ser netewe û xaka Kurdistanê ne desthilatdariya Îranê wî sergum dike bo bajarê Gunbeda Kawis. Ew li wir li medreseyekê dersên dînî dide. Di sala 1977-ê de bi xwendekara xwe ya bi navê Nesrîn Husên Melek re dizewice ko xelka bajarê Sine ye.

Ew di sala 1983-yê de vedigere Sûriyayê û li Qamîşlo bi cî û war dibe, komeke muzîkê dadimezrîne û dersên muzîkê dide gencan. Her weha di sala 1987-ê de li Qamişloyê tomargehekê bi navê “Felek” vedike, lê dewleta Sûriyê dîsa rê nadê û dest datîne ser tomargehê. Bavê Felek, 9/31989-ê de koça dawî dike û bi beşdariya hezaran kesî li Qamişloyê li goristana Hilêliyê tê veşartin.

Nefel.com

Albûma Mihemed Şêxo yanî Bavê Felek derket

li vir hîna şîrovekirin tune ne!

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info