Ji Weşanxaneya Ava du Pirtûkên Helbestan
Ji Weşanxaneya Avayê du pirtûkên helbestê yên nû derketin. Pirtûkên helbestê ku ji aliyê Azad Zal û Çetîn Duran ve hatine nivîsandin, di refên pirtûkfiroşande cihê xwe girtin.
Ji Weşanxaneya Avayê du pirtûkên helbestê yên nû derketin. Pirtûka helbestan a bi navê, "Teşî' ji aliyê helbestanvan Azad Zal ve û pirtûka 'Kaburgalmdaki Çocuk-Zarokê ji Parsûyê Min' ya ji aliyê Çetîn Duran ve hatiye nivîsandin, di refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girtin. Pirtûka helbestan Teşî ji 35 helbestên kurdî pêk tê û pirtûka Helbestvan Azad Zal a yekem e. Pirtûka Zal, ji beşên wekî, 'Teşiya destpêkê', 'Teşiya Hêviyê', 'Teşiya Vezayînê', 'Teşiya dayika teşîrês' û 'Teşiya Evînê' pêk tê. Her wiha merov di nava helbestên Zal, de guftugoya kes ya bi xwe û gerdûniyê re jî dibîne. Lewra jî ji giliya sitêrka sibê, heta giliya dil darêjtiye ser rûpelan. Zal, ku roja bûyînê heta roja mirina li ser erdîgariya welat jî bi tevî êş û eleman bi gotinên wekî, "Gava ku min çavê xwe vekir li dinyayê/ ez bê tîr û bêkevan/ bê zan û bêkonevanî bûm" tîne ziman.
Helsestên êşa veqetiyanê
Pirtûka duyemîn a ji Weşanxaneya Avayê derketî ji ya Çetîn Durun ya bi navê, 'Kaburgamdakî Çoçuk-Zarokê ji Parsûya Min' ya bi tirkî nivîsiye ye. Duran, helbestên xwe de evîn, cudabûn û xemgîniya li pey veqetiyanê tîne ziman. Duran, ku bi guhdarkirina şaîr Ahmet Sulçuk Îlhan heskirina wî ya ji helbestan pêş dikeve û di navbera salên 2001-2006'an de li radyoyê herême yê Navçêya Wêranşarê bernameya "Dil heta destnan" pêşkêş kiriye.
ji amidakurd
Berhem
Pirtûka Mêrê Avis | Helîm Yûsif
—————