MÎHRÎCANA AMEDÊ DÊ JI BO AŞTIYÊ BIQÎRE
Îsal 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 27’ê gulanê de dest pê dike. Mîhrîcana ku 4 rojan dê dom bike bi temaya jin, zarok û aştiyê tê lidarxistin. Her sal bi şîareke cuda - 1’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di navbera 26’ê gulanê û 3’yê hezîrana 2001’ê de hate lidarxistin. Di mîhrîcana yekem de şîarek nehatibû diyarkirin. azadiyawealt.com
Li Amedê ji sala 2001’ê ve her sal weke kevneşopiyekê mîhrîcana çand û hunerê tê lidarxistin. Mîhrîcana îsal 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 27-30’yê gulanê de tê lidarxistin. Di mîhrîcana îsal de weke her sal dê aktîvîteyên çandî yên weke panel, konser, semîner, gotûbêj hwd. bên lidarxistin.
Jin, zarok û aştî
Temaya mîhrîcana îsal jin, zarok û aştî ye. Ji ber ku gelê kurd di pêvajoyeke dijwar de derbas dibe, temaya mîhrîcanê jî li ser vî esasî hatiye diyarkirin. Ji aliyekî jin rastî şîdeteke dijwar tên, li aliyê din zarokên kurd li ber kamerayan destên wan têne şikandin û serên wan bi qontaxên çekê têne pelçiqandin û ji aliyê din ve jî ligel biryara bêçalakatiyê ya Koma Civakên Kurdistanê operasyonên artêşa tirk berfireh dibin. Ji bo bala raya giştî bikişîne ser van mijaran mîhrîcan bi van temayan tê lidarxistin.
Konserên rengîn
Li gorî agahiyan dê konsera vekirinê ji jinên hunermend ên kurd, tirk û lazan pêk tê konserek bê lidarxistin. Her wiha konsera girtinê jî koroya ku ji hunermendên NÇM’ê yên berê û niha pêk tê, hunermendên Akademiya Kurd, komeke ji Baskê tên stranên xwe yên şoreşgerî dê bibêjin. Hunermendên NÇM’ê dê stranên xwe yên ji sala 1991’yan heta 1999’an gotine dê bistrên. Stranên wê demê weke stranên berxwedan û serhildanê têne zanîn. Her wiha koroyê zarokan ên NÇM’ê û şaredariyên DTP’ê jî derkevin ser sahneyê.
Panel, gotûbêj û semînerên ku li ser van êrîşên dawî yên li hemberî gelê kurd bêne lidarxistin dê gelek akademîsyen, profesor, rojnameger û parlamenter beşdar bibin. Di mîhrîcanê de çalakiyên ji bo zarokan jî hene. Firfirok bêne firandin û hwd.
Atolye hatine vekirin
Îsal weke her sal dê atolye bêne vekirin. Niha atolyeya defê dest bi xebatên xwe kiriye. Her wiha dê atolyeyên peyker, sînema, wêne, şano… bê vekirin. Heta niha di van atolyeyan de gelek kes derbas bûne û di warê pîşeyî de bûne xwedî tecrûbe.
- 2’yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 25 gulan-2 hezîrana 2002’yan de bi şîara “Amed deriyên xwe ji hunerê re ji nû ve vedike” hate lidarxistin.
- 3’yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 24 gulan-1 hezîrana 2003’yan de bi şîara “Ligel her tiştî dîsa huner” hate lidarxistin.
- 4’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 28 gulan-6 hezîrana 2004’an de bi şîara “Sûr razên xwe parve dikin” hate lidarxistin.
- 5’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 28 gulan-4 hezîrana 2005’an de bi şîara “Deng û reng ber bi aştiyê ve” hate lidarxistin.
- 6’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 31 gulan-4 hezîrana 2006’an de bi şîara “Em di rengên keskesorê de bigihîjin hev” hate lidarxistin.
- 7’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 30 gulan-3 hezîrana 2007’an de bi şîara “Ji bo huner û demokrasiyê mîhrîcan” hate lidarxistin.
- 8’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê di 27 gulan-1 hezîrana 2008’an de bi şîara “Ziman û çanda te hebûna te ye” hate lidarxistin.AMED
Tags:
Bajarên Kurdistanê
—————
Heskîf
—————
Midyad
—————
Zaxo
—————
Silêmanî
—————