Zaxo

10/02/2009 15:10

Yek ji qezayên Herêma Kurdistanê ye û dihête hijmartin yek ji dergehên welatî bû derveyî Cîhanê. Navenda qezayê bajêrê Zaxo ye ewa dikevit li lawê Şor-Rojava Deşt Sindîya ewa bi nav û deng bi axa wê ye ter. Zaxo bajarkekî Cowane bi ava xo ya zelal û drom,a hewaî ya xoş di kevit ser Xabûrî ewa li niva bajarîre diborit li bajarî de dibit do çek û bajarî dikit do qet, li ser wî Xabîrî Pirek ji Bera pêkhatîye hatîye avakirin li ser demê Mîrxana Behdînan. Mêjûvan pêknehatîne li ser mêjuwa navê bajarî, gele gotin li ser vê meselê hene, li hindek kitêbên aramiya de navê bajarî hatîye gotin û dibêjin ya qetbîye ji tipa ZAXOTA ewa meana SERKEFTIN dit, ew hizrdikin ko ev nave ji şerek navbera Rom û Farisa li dorên vê deverê çêbibû û bidawî hat bi serkeftina Roma, ji ber vê çende navê vê deverê bûye Zaxota yan Serkeftin.

Li gotinek dide di bêjin navê Zaxo ji tipa kurdî ZÎ XEWÎN yan Xabîrê Xowînê hatîye, dibêjin ko ev navê jî, ji şerek li deverê qewmîbo û li wî şerîde gele Xowîn hatbo rûştin. Ev gotine nîzîktir e bo gotina ewel û çetbit ew şera navbera Rom û Firsa debit. Gotina sîyê dibêjit ko navê Zaxo ji vê tipê hatiye ZÎ yan Xabîr û XOWEK yan ew devera wek nihala ne û av lê setkinit. Herçewabit navê Zaxo li gelek stiran û qesidên kevin de hatîye gotin, bû nimûne ZAXOKA DELAL.

Mêjuwa bajarî bidristahî nehatîye danan, belê Mîr Celadet Bedirxan dibêjit ko bajêrê Zaxo bajêrkekî giring bû li ser demê Kutîya, ya giring ewe ko sabitek yunanî ZÎNFON li sala 104 b.m. li bajarî re borîye wekî ew zivirî bû Welatê xo û ewî behsê Xelkê deverê kirye. bajarê Zaxo hatîye berfireh kirin li wî cihî ew cihê bajarê Hisênîya lê, ewa behsê wê li gele kitêba de hatîye kirinû dihête hijmartin yek ji bajarkên Ereba û Navê Xabîrî kirbon XABÎRÊ HUSAÎNÎYA û heta nihe Taxek bi Navê Hissênîke heye.

Mêjûvanê Kurd Bedirxanê Bedlîsî gotîye ko bajarê Zaxo digehite Mîrxana Bahdîna li ser demê Mir HESEN BEK KORÊ MIR SEÎFEDÎN û êkemîn Mir li ser hatîye danan ji layê wan ve li sala 98h. . yek ji wan Dêrek Cihîya li Zaxo avakirbo û nihe şînwarêt wê dîyarin.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info