Kobanî

10/02/2009 15:03

Kobanî bajarekî kurdan e, li başûr rojavayê Kurdistanê, ew li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê tirkî. Kobanî nezîkî 160 km bakurî rojhelatê Helebê ye, Kobanî li rojhelatî Firat e 30 km navbera wê û Firat de heye, piraniya xelkê li ser çandiniyê dijîn.

Daniştvanên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî Kurd in, ji bilî malbatên polîs û mamûrên dewletê yên ji deverên din hatine. Ta salên heftêyan jî malên Ermeniyan lê hebûn lê yek bi yek bar kirin Helebê yan welatên din, Ermenistan jî di nav de. Êlên kobaneyê yên mezin eşîrên Berazan û Kêtikan in. Serdarên navdar yên Berazan Bozan Beg û Hirço Beg bûn. Ji aliyê Kêtikan yê herî navdar Besrawî Axa bû. Bozan Beg di dema xwe de nûnerekî (mebûsekî) Rihayê bû, di meclisa millî ya mezin de li Enqereyê. Kurê brayê wî Hirço, Şahîn Şahîn, di salên 50yan de li Şamê nûnerê parlemana Sûriyeyê bû,û Hirço yek ji sazdarên komeleya Xuybûn bû. Şêx Salih, ku ji Amûdê hatibû û rêberiya terîqeta neqşebendî dikir, yek ji navdarên bajêr bû, wekî Mele Mislim, Miftiyê Kobaniyê, Meçhan Axa ji Kaniya Ereban, dengbêj Mişoyê Bekebûrê, Baqî Xido,hunermend Reşîd Sofî, Miço Kendeş ( Miço Kendes) û herweha birêz Şahînê Bekirê Soreklî, Salih Cefer,Salih Kobanî, Dilbixwîn Dara, Polat Can û Jan Dost, çendekin ji nivîskar û rewşenbîrên Kobanî yên navdar in. Piraniya xelkê gundên bi Kobaniyê ve girêdayî xwe bi çandiniyê ve mijûl dikin. Di van salên dawîn de li Kobaneyê pîşesazî jî berfireh bû.

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info