BAJÊREK JI EVÎNA DÎNEKÊ | Hilbîn Muhemed Baqir

BAJÊREK JI EVÎNA DÎNEKÊ | Hilbîn Muhemed Baqir

Birînên dareka stuxwar
Destanek ji ezel avda
Pê navkirin

Bi dînatiya min!



Di germatiya el ezrayê de
Telhên xwe havêtin
Gurz gurz
Di nav lîsê
Nehêniya miyatiyê dipêçandin
Sucde dibrîn bo pirtûkên Semawî
Min nema dît
Sal qulipî
Ji kevne sala par xwe daqutand
Salek nû ye
Serpêhatiyên bajarê dîna û
Ez jî dînek di awaza xwe de Bê dîn bûme
Di perstgeha pir siyaran
Pêngavek min hil neda
Qufil bûm
Ew xanima biskên şevê vehandîn
Di cilên bê nivêjahî de
Bê mereq,zala xwe havêt ser tuxîbên sîm kirî
Dibêjinê..
Xanimeke dîn!
Di vî çerxî de!
dînatî aqil bûne di beraeta çavên te de
Di beraeta çavên te de
Xwe tê dibînim
Û guneha rûîsatiya şaereka qedexekirî
Xwe tê dihelînim
Dibim mirîdê jineka aşiq
Di tabloyê eşqê de hişke zimanek bi rûmet
Û westiyayî…     
Erê xanim
Li ber siya darek hêviyên sebrîn
Firek ji bayî can dûr merg bûm
Qurçek ji rûbarê nezuk
Beramber bajarek xaç dayî
Bi hemû muqedesan
Firşik didm
Li min bibore
Ne  rastî qetlê zor destiyê dubat dikit
Ne derew ji rastê fam dikit
Bi tenê ya mayî…
Li ser depê qiyametê
Bi rengekê pêtî şilqên volkanê
Şaerk min bisojît
Ev demeke bo çêkirina ev ê gunehê
Ta demek dî…
Bimînî bi xêr

ji malpera welateme.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

DIL

Dila

Dila

Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket Şahî û...

Baxê Dilê Min | Cahit Aybar

Baxê dilê mi çolistan, Bu mi ne gul, ne gulistan, Ne kûstane, ne xozistan, Gej û vêzarim bindestan.                Çolekî bê av û derav        Lê digerim pêngav...

Sê Caran Dil | Cankurd

Sê Caran Dil | Cankurd

Dilo Iro ji êşan û girî Şehkasiya şînayî tu Iro ji ber jana mezin Têla tijî feryadî tu Ey dil tewata min nema Mîna çira bê camî tu Ey dil te sotim, kulkirim Bêvacî tu, serxweşî tu Rojek nebû tu şa bibî Bê çare û dermanî tu Ey dil bese ev zarotî Sîngê mi de wek marî tu Jehra te ket xûna mi de Dilo...

Min dil nema | şêrzad zeynelabidîn

Min dil nema | şêrzad zeynelabidîn

Min dil nema Min dil nema, pirre ji xema, ma me çi ma ? wem derbeder Sed ax û ox, roj ne di pilox, cerg bi kêm û zox, xem ketne ser Xemên me jî, prrî mejî, ma em ji hejî ? kul û keser Ne me bihar, dirişte ar, dirrha xirar, yêl taqe der Ax Kurdistan, wey dilistan, hêj li bin destan, bê pez...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info