Evîn Beyaz: Ji Serî Heta Binî Evîn im

 Evîn Beyaz: Ji Serî Heta Binî Evîn im

Warvîn / Amed – Hunermenda dengxweş Evîn Beyaz ku bi albûma “Ez ji te hez dikim” derkete pêşberî hezkiriyên xwe, diyar kir ku pêşî navê wê Evîn bûye, piştre bûye Newroz û wiha got: “Ji ber ku ez şeva Newrozê hatime dinyayê û Newroz kurdan pir baş dide naskirin, min xwest navê min bibe Newroz. Ev ji hêrsa min bû. Piştre min fêm kir ku navekî rast li min danîne. Çimkî ez ji serî heta binî evîn im.”

Hunermenda popê Evîn Beyaz ku ji 10 saliya xwe ve li ser dikan hunera xwe pêşkêş dike, bersiva pirsên kovara me Warvînê da.

 

Malbata te ji Bedlîsê koçberî Stenbolê bûye. Dikarî hinek behsa vê çîroka koçberiyê bikî?

Bavê min yek ji wan kesan e ku li Tirkiyeyê di demên herî dijwar û qedexe de cara ewil bi zimanê kurdî nav li zarokên xwe kir. Destûr nedan navê xwîşka min. Ji ber vê yekê bavê min doz vekir û doz salek dewam kir. Di encama dozê de bavê min qezenç kir û navê keça xwe danî Zozan. Wê çaxê çapameniyê pir cih dabû vê bûyerê. Ez ew çax hêj 5 salî bûm. Nîvê şevê polîsan avêt ser mala me. Polîsan herder bela wela kirin, tiştên xirab ji dê û bavê min re digotin û bavê min ji mal birin. Diya min her roj digiriya. Apê min, jinmama min û zarokên wan bi lez û bez reviyan derveyî welat. Ji ber ku meta min li sînemaya Bedlîsê bi kurdî sitran gotibû, gelek kes hatin girtin. Tiştên ku tên bîra min ev in; polîs tim davêtin ser mala me û tiliyên piyê bavê min di îşkenceyê de seqet bibûn. Bi kurt û kurmancî belaya xwe ji me venedikirin. Ji ber vê yekê em neçar man dev ji Bedlîsê berdin. Ew roj baş tê hişê min, ew roj baran dibarî. Qamyonek hat û hemû alav û amûrên mala me lêkirin û me berê xwe da Stenbolê. Ez wê çaxê 7 salî bûm. Heta ku hatim Stenbolê, aqilê min ji van bûyeran nedibirî, min tiştek fêm nedikir.

Li Stenbolê rastê dîmeneke çawa hatî?

Dema çûm Stenbolê zarokan tim digot “tu kurd î” û henekên xwe bi min dikirin. Min heta wê çaxê maneya kurdbûn û tirkbûnê nedizanî. Vê nêzikahiya wan, ez pir aciz kiribûm. Ez cara ewil wê çaxê ji ber kurdbûna xwe êşiyam. Weke di hemû malbatên kurdan de, ji malbata me jî hin kes hatin binçavkirin, îşkence dîtin û jiyana xwe ji dest dan. Ez ji ber van bûyeran jî pir êşiyam, dilê min tim dişewite.

Vê rewşê bi te re dêrûniyeke (psîkolojî) çawa afirand?

Ez pir hêrs bûm û hestên neteweperestiyê di min de çêkir. Ez ewqas hêrs bibûm ku, hêj di 12 saliya xwe de min dixwest derkevim çiyê û bibim şervan. Çimkî hêrsa di dilê min de qet xilas nedibû û dilê min her diçû zêdetir diêşiya. Baş e ku di jiyana min de muzîk hebû, nexwe bi vê hêrsê min dikarî gelek xeletiyên mezin bikim.

Te di gotubêjeke xwe de peyva “Min kurdbûna xwe û êşa kurdbûnê li Stenbolê nas kir.” Dikarî hinek vê meseleyê vekî?

Dema hatibim Stenbolê, hevalên min ên tirk çêbûn. Piştî demekî van hevalên min peyvên “kurda pîs, diya min naxweze bi te re biaixvim” bi kar anî. Heta wê çaxê min nedizanibû ku ez kurd im jî. Min çiqas ji diya xwe vê pirsê dikir, diya min serê xwe li ber xwe diçemand û bersiv nedida min. Bavê min jî qet dengê xwe nedikir û hew bi karê xwe re eleqedar dibû. Tişta herî zora min çû ev bû; mamosteyekî ku min jê hez dikir jî heman gotinan ji min re got. Êdî dilê min diêşiya û hêrsa min zêde dibû. Stenbol bi min dida fêmkirin ka ez kî me, lê dê û bavê min hêj bêdeng bûn. Stenbol her ku diçû dibû sebeba min lê tu kesî tiştekî zelal ji min re nedigot.

Te di zarokatiya xwe de bi kurdî dizanî?

Digel ku malbata min welatparêz bû û tim di nava kurdan de bûm jî kes bi kurdî nediaxivî. Kesên ku li Tirkiyeyê di siyaseta qanûnî û derqananûnî ya kurdan de cih digirtin, rêberên wan û rewşenbîrên wan bi tirkî diaixvîn. Vê yekê bandoreke mezin li ser gel jî dikir. Kurdekî ku hinek dest bi siyasetê dikir, di cih de dest bi axaftina tirkî dikir. Ez jî di nava vê tevgerê de mezin bûm. Guhê min hinek hînê dengê kurdî yên dapîr û bapîrên min bibû. Min fêm dikir lê nedikarî xwe baş îfade bikim. Dema ku min dest bi dibistanê kir, êdî zimanê min ê rojane bi temamî bu tirkî û min kurdiya heyî jî ji bîr kiribû. Ji ber ku bi muzîka kurdî re eleqedar bûm, kurdiya min her ku çû bi pêş ket û hêrsa di dilê min de hindik be jî bi muzîkê diheliya. Tenê muzîk dikaribû hêrsa dilê min zeft bike. Min dest bi dersa kurdî kir. Lê hê jî pir baş bi kurdî nizanim.

Di koroya zarokan a Navenda Çanda Mezrabotan (NÇM) de jî te cih girtiye. Dikarî hinek behsa wan rojan bikî?

Hêj 10-11 salî bûm, di şahiyên kurdan de, di dawetan de derdiketim ser dikê. Di şeveke wisa de, min koroya zarokan a NÇM’ê nas kir. Bi qasî 4 salan min bi koroya zarokan re, li hin welatan konser da û me 2 albûm derxist.


Çîrok guhertina navê xwe dikarî bêjî, Evîn çawa bû Newroz?

Di nasnameya min de, navê min ê rastîn Evîn e. Di 10 saliya xwe de ez derdiketim ser dikê. Ji ber ku navê Evîn di tirkî de derbas dibû, min ji vî navî hez nedikir. Min dixwest ne navê min, ne şikl û şemala min, tu tiştekî min neşibe tirkan. Ji ber ku ez şeva Newrozê hatime dinyayê û Newroz kurdan pir baş dide naskirin, min xwest navê min bibe Newroz. Ev tercîha min zêdetir ji ber kerba min bû. Piştre min fêm kir ku navekî rast li min kirine, çimkî ez ji serî heta binî evîn im.

Tu hesûd î yan na?

Di zarokatiya xwe de hinek hesûd bûm. Min ji kurdan pir hez dikir û min dixwest kurd jî ji herkesî zêdetir ji min hez bikin. Min nedikarî kurdan bi kesî re parve bikim. Kurd bi kurtasî ji bo min tê wateya evînê. Di zaroktiyê de jî niha jî ji kurdan, ji gelê xwe pir hez dikim û ji ber kurdbûna xwe pir serbilind û kêfxweş im.

Te cara ewil kengê dest bi hunerê kir?

Di 10 saliya xwe de carna derdiketim ser dikê, jixwe di koroya zarokan de jî xebitîm. Piştre konservatuar û muzîkê dest pê kir. Piştre ketim nava hunerê. Çar meh berê jî min albûma “Ji te hez dikim” derxist.

Dema ku cara ewil derketî ser dikê, te çi hîs kir?

Di 10 saliya xwe de, di daweteke kurdan de derketibûm ser dikê. Ji ber hêcanê serê min li mîkrofonê ketibû, mîkrofon kete erdê, tembûrvan xwest mîkrofonê li hewayê bigre, ew ji ser dikê kete xwarê. Ez ew şev pir keniyabûm û ji ber kena xwe min nekarî sitran bêjim. Hê jî dema ew dîmen tê berçavê min, dikenim.

Navbera te û dengbêjan çawa ye, ji dengbêjiyê hez dikî?

Bi ya min şerta bingehîn a hînbûn û afirîneriya muzîka kurdî dengbêjî ye. Divê mirov li dengbêjan guhdar bike û wê hunerê baş fêm bike. Ji ber vê yekê dengbêjî ji bo min pir taybet e û guhdar dikim.

 

Herî zêde ji kîjan dengbêjî/ê hez dikî?

Şakiro…

Muzîka pop di nava kurdan de zêde nayê naskirin. Dema te ev huner tercîh kir, tu qet netirsiyayî? Tu qet nefikirî, te negot dibe ku kurd ji popê hez nekin?

Di zarokatiya xwe de min ji Michael Jakson pir hez dikir, ez heyrana wî bûm. Min dixwest mîna wî bireqisim lê bi kurdî sitran bêjim. Min hunermenda popê ya tirk Sezen Aksu teqlîd dikir. Lê li ber sitranên Şivan Perwer jî mezin bibûm û min jê pir hez dikir. Min digot ez çi dikim bikim, divê hunera min bi kurdî be. Di albûma “Ji te hez dikim” de 10 sitranên kurdî hene. Helbet bi qasî kesên ku ji sitranên min hez dikin yên ku jê hez nekin jî dê hebin. Bila di nava kurdan de muzîka rock, hîp hop, jazz, pop jî hebin, ev dewlemendî ne. Lêb ila ev hemû bi kurdî bin, kurd bin. Ji bo min tişta herî girîng kurdayetî û kurdbûn e.



Dixwazî li Herêma Kurdistanê konser bidî?

Çawa naxwazim? Ger ji wir bo konserê pêşniyar bê, ez ê bi dilxweşî biçim. Çend caran hewlên wisa çêbûn lê min nexwest di nava organîzasyoneke amator de cih bigrim. Çimkî ez dixwazim bi awayeke pir baş derdê xwe ji gelê xwe re bêjim. Ger nikaribim xwe pir baş îfade bikim, wê çaxê tu maneya wê namîne. Piştî albûmê ji gelek cihan bo konserê pêşniyar hat, teklîf hat lê ez li tu derê derneketim ser dikê. Herî dawî min di 14’ê nîsanê de li Stenbolê bi koma xwe ya dans Show konser da. Cara ewil e ku kurd li cihekî wisa li kurdî guhdar kirin. Neteweyek bi edebiyat û hunera xwe heye. Ji ber vê yekê divê girîngiyeke mezin bidin hunermendan. Ji bo hunermendan divê organîzasyonên baş bên çêkirin.

Dixwazî li Kurdistanê bijî? Herî zêde li kîjan bajarî?

Dixwazim li Amed yan jî Tetwanê bijîm.

Xeyalên te yên ji bo kurdan statûyeke çawa ye?

Dixwazim statûyeke wisa çêbibe ku kurd bikaribin azad bijîn, bi her awayî weke neteweyên din di nava wekheviyê de bijî. Divê kurd û gelên din xwedî heman mafî bin.

Xwe çawa rave dikî? Femînîst, sosyalîst, komunîst, lîberal?

Ya rast min tu carî xwe nexist nava qalibên wiha. Mirovbûn hunera herî mezin e.

Evîn Beyaz kî ye?

Evîn Beyaz di 1981’an de li Bedlîsê hate dinyayê. Dibistana seretayî, navîn, amadehî û zanîngehê li Stenbolê xwend. Beşa konservatûarê qedand. Di 12-13 saliya xwe de di koroya zarokan a NÇM’ê de xebitî, 2 albûman çêkir. Herî dawî 4 meh berê albûmeke bi navê “Ji te hez dikim” derxist.

ji warvin.org/la

LI GOTINEKÊ BIGERE

Hevpeyvîn

Evîn Beyaz: Ji Serî Heta Binî Evîn im

 Evîn Beyaz: Ji Serî Heta Binî Evîn im

Warvîn / Amed – Hunermenda dengxweş Evîn Beyaz ku bi albûma “Ez ji te hez dikim” derkete pêşberî hezkiriyên xwe, diyar kir ku pêşî navê wê Evîn bûye, piştre bûye Newroz û wiha got: “Ji ber ku ez şeva Newrozê hatime dinyayê û Newroz kurdan pir baş dide naskirin, min xwest navê min bibe Newroz....

Hevpeyvîn li gel hunermenda Ciwan Newroz

 Hevpeyvîn li gel hunermenda Ciwan Newroz

Em dikarim Newrozê nas bikim ka ji kuderê ye û çawa dest bi karê hunerî kiriye? -Ez keça malbateke Kurd a Amedê me û di 3’yê îlona 1980’ê de ji dayîk bûme. Ez di nava çand û zimanê Kurdî de mezin bûm, ji ber ku kesên di malbatê de tev bi hunerê re, bi taybet jî muzîkê re mijûl dibûn, her wiha...

Evîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

Evîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

P: Evîn xan, divê çi taybetmend li cem wan kesan hebin da em bêjin ew(di warê peyv, awaz, starn) hunermendin? B: Hunermend ew e yê ku karibe di hestên xwe de afirandinê bike, anku zanibe hez bike û di navbera xwe û hestên xwe de rast be û di awazê de gihayî be ji xemlandina stranê...

Şeyda | Vîdyo

Hevpeyvîn bi Şeyda re | Vîdyo

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

STENBOL, 5/2 2010 — Hunermenda operayê Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû "Lorîka Adîloş" de, ko ji Kom Muzîkê derket, helbestên Cigerxwîn, Ahmed Arif û Teymûrê Evdikê bi besteyên muzîsyenên navdar Rahmaninov, Mozart û Verdi re gihandin hev. Albûma Mizgîn Tahir ko navê xwe ji helbesta Atmed...

Hevpeyvîn li gel hunermend Dilniya

Hevpeyvîn li gel hunermend Dilniya

Karox Hacî Mela Es’edî hevpeyiînek li gel sitranbêj Dilniya Qeredaxî kiriye û di rojnameya Hewlêr ya îro de belav bûye. Kulturnameyê ew ji kurdiya soranî kiriye ya kurmancî û wê li jêr belav dike: Pirs: Çima piştî stirana »Yaran« ku ji xweştivîtirîn stiranên te ye, te çi stiraneka dî ya ji wî rengî...

Hevpeyvîn li gel Hunermend Selah Osê

Hevpeyvîn li gel Hunermend Selah Osê

Kekê Selah Ez bi xêrhatina te dikin û bi hêvîne ku tu serkeftî û kêfxweş li welatê bav û kalan vegerî. Kekê Selah bi destura te be ez ê çend pirsan ji te bikin? Ser cava kekê xebat ez bo vê derfeta ku we da min spasya we dikim û serkeftinê ji karê we re dixwazim.  Selah Osê: Sî sal di nav...

Ednan Mihemed Bavê Heco | Dêrka Hemko 1969 | Sazvan û awazçêker

Ednan Mihemed Bavê Heco | Dêrka Hemko 1969 | Sazvan û awazçêker

Pêşî xwe bide naskirin , Bavê Hêco kiye ? Navê min Ednan Mihemed e , bi Bavê Hêco hatime naskirin ,di sala 1969an li bajarê Dêrika Hemko di malbatek a xizan de hatime jînê û ta niha lê dijîm .     Kengî te dest bi hunerê kiriye û li çi sazan didî ?  Despêka min di sala...

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Derhêner û wênekeşê kurd Rodî Yuzbaşî, belgefîlma xwe ya bi navê “Mezra Êzîdiyan" di destpêka sala 2009'an de bi dawî kir. Mezra Êzîdiyan hê ku nû qediya di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqerê de, di beşa Belgefîlmên kurt de xelata duyemînî bidest xist. Belgefîlmê Mezra Êzîdiyan ku di encama...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info