Hevpeyvîn li gel hunermenda Ciwan Newroz

 Hevpeyvîn li gel hunermenda Ciwan Newroz

Em dikarim Newrozê nas bikim ka ji kuderê ye û çawa dest bi karê hunerî kiriye?

-Ez keça malbateke Kurd a Amedê me û di 3’yê îlona 1980’ê de ji dayîk bûme. Ez di nava çand û zimanê Kurdî de mezin bûm, ji ber ku kesên di malbatê de tev bi hunerê re, bi taybet jî muzîkê re mijûl dibûn, her wiha wênekar û helbestvan jî di nav malbatê de hebûn. Min sala 1994’ê li NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) ya Amedê bi koma mûzîkê ya zarokan dest bi xebatên pirofesyoneli kir û li Amedê ez ketim nava kar û çalakiyên hunerî. Ez beşdarî gelek şevên pîrozbahiyê yên Kurdî bûme. Dema NÇM ya Amedê hate girtin, min xebatên xwe li navenda Stembolê, di komeke mûzîkê de berdewam kir.

Rewşa huner û hunermendan li bakurê Kurdistanê çawa yeû hunermendek divê çawa be?

-Beriya her tiştî hunermend pêwîst e hestên berpirsiyartiyê di dilê xwe de bihewîne, bo ku bikaribe bibe bersiv ji bo daxwazên hunerî yên gelê xwe û bêwestan û bi xwestekek ji dil lêkolînan bike û xwe pêş bixe da ku bikaribe kultur û çanda xwe ya ku bi salan e hatiye qedexekirin pêş bixe û gelên cîhanê jî çand û zimanê wî nas bikin û bizanibin gelek heye bi çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe jiyan dike û li ser axa xwe penaber e.

Eger bikarî hinekê ji me re qala rewşa jinên hunermend li Kurdistanê, bi taybet li bakur bike û astengiyên di pêşiya wan de çi ne?

-Ez tenê dikarim li ser hunermendên jin yên li bakurê Kurdistanê dijîn, hin tiştan bêjim, bi taybet jî ji ber ku ez bi xwe ji bakur im. Berî niha bê guman astengiyeke him siyasî û him jî malbatî li ser hunermendên jin hebû. Ji xwe hunermendên jin di nava hunerê de gelek kêm bûn. Lê niha bi pêşketinên bi tekoşinê re hatine, astengiyên siyasî aniye qadakê nizim. Jin ji berê bêhtir dikare xwe îfade bike û hunera xwe jî biafirîne.

Çend berhemên te yên hunerî hene û di karê muzîkê de kî alîkariya te dike?

-Ev albuma min, yekemîn berhema min e. Hefteyek dibe ku derketiye pêşberî gel . Min hêj tu kilîp nekişandine. Di vê berhemê de 10 stran hene. Berhem ji helbestên min pêk tê û muzikên teva jî yên min in.

Te serdana başûrê Kurdistanê kiribû. Çawa bû tu hatî û rewşa Kurdistanê te çawa dît? Tu mêvanê kîjan TV’yê bûyî?

-Cara yekemîn bû ez çûm başûrê Kurdistanê. Ji xwe ev hêviyeke min a mezin bû ku serdana başûr bikim. Min azadiya gelê me yê başûr, jiyan, çand û hunera wir gellek meraq dikir. Ez bi heyecaneke mezin çûm, bi rastî jî gelek xweş bû. Zimanê kurdî li her derê dihat axaftin û gelek gerim bû. Ez li Kanal 4 beşdarî 3 bernameyan bûm û gelek baş derbas bû. Min ji wan re hunera xwe pêşkêş kir û ez jî gelek kêfxweş bûm ku min karî li pêşberî gel karê xwe nîşan bidim.

Te li başûrê Kurdistanê tu konsertek neda. Tu kîjan bajarê kurdistan geryayî?

Vî carê na, min tu konsert neda. Ji ber ku cara yekem bû ez hatibûm başûr. Hêvî dikim demeke kin de konserekê jî bidim. Ez tenê li Hewlêrê hinekî geriyam lê bi rastî jî têra min nekir, ji ber ku dema me pir kurt bû. Di rêzê de Duhok û Silêmanî jî hene. Ez ê serdana wan bajaran jî bikim.

Hêviya ku di dilê te de maye çiye? Tu dixwazî di paşerojê de çi bikî?

Berî her tiştî jiyanek azad, hêviya min e û muzîka Kurdî an muzîka bi Kurdî bi cîhanê bidim naskirin û bikaribim berhemên min bi dilê gel be.

Dawî de tiştek din nema bêjî?

Ji bo xebatên we serkeftinê dixwazim.

 

Hevpeyvîn: Zîrek Ciwanro

ji warvîn.org

LI GOTINEKÊ BIGERE

Hevpeyvîn

Şeyda | Vîdyo

Hevpeyvîn bi Şeyda re | Vîdyo

Şeyda

Şeyda

Destpêkên Şeyda ên hunerî? Huner di hemû qonaxên jiyana min de bi min re jiya. Min ji biçûkaniya xwe pir li stranên kurdî guhdarî dikir. Min pir ji stranên Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mihemed Arif û Şivan Perwer hez kir. Ji bilî vê yekê dengê diya min pir xweş e û ewê herdem ta nuha ...

Roj Elî

Roj Elî

Hozan Roj Elî, tu dikare xwe ji bo xwendevanên me naskirin? Ez bi xwe li bajarê Hesekê başûr-rojavayê Kurdisranê hatime dinyayê, sala 1976. Min di sala 1990 dest bi karê mûzîkê kir. Min pêşî li keyburd dixist bi Hunermend: Azad Tîrêj, Ebdil-Semed Oso, ku min ew di riya hevalekî xwe're ew nazkirin....

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Derhêner û wênekeşê kurd Rodî Yuzbaşî, belgefîlma xwe ya bi navê “Mezra Êzîdiyan" di destpêka sala 2009'an de bi dawî kir. Mezra Êzîdiyan hê ku nû qediya di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqerê de, di beşa Belgefîlmên kurt de xelata duyemînî bidest xist. Belgefîlmê Mezra Êzîdiyan ku di encama...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info