Gulîzer | Bûka Baranê

Gulîzer | Bûka Baranê

 

Duyemîn kitêba Gulîzer ’Bûka Baranê’ di nav weşanên Avesta de di rêza Şahmaran de derket.

 Kitêba wê ya yekem ’Keziyên Jinebî’ jî di eynî rêzê de çap bûbû û rastî elaqeyek mezin hatibû. Di rêza Şahmaran a ku tenê ji berhemên edebî ê jinên kurd pêk tê, di 8ê Adara 2006an de 5 kitêb bi hev re çap bûbûn û bi vê kitêbê re ku dîsa 8ê Adarê çap dibe, digihîje jimara 16an. Di nav Şahmaran de ji hemû parçeyên Kurdistanê nivîskar cî digrin.

 

 

Ji kitêbê

 

 

Zarokbûna min a ku di heft salî de

 

 

Kefenekî şîn lê kiribûn

 

 

Îroj danê sibê

 

 

Ji ber min çû.

 

 


Gulîzer

 

 

Di sala 1979an de li Diyarbekrê hatiye dinyayê. Jiyana xwe ya perwerdahiyê li Diyarbekrê derbas kiriye. Di sala 1997an de dest bi şi‘rên kurdî kiriye. Kitêba wê ya yekem bi navê Keziyên Jinebî (Avesta, 2006) çap bûye.

avestakitap.com

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info