Yekî xwe ji 7000 metreyan avêt erdê

Yekî xwe ji 7000 metreyan avêt erdê

Rêwîyekî 20 salî, yê balafirek biçûk  ya Kanadayî, deriyê balafirê vekir û xwe ji bilindahiya 7000 metreyan avêt xwarê.
Li gor agahdariyên polîsên Kanadayî balafira ku hew du rêwî tê de bûn, wî xortî di balafirê de hereketên ne li ser rê û hev dikir.
Pîlotan gelek hewil dan ku wî bisekinîn da ku ew sakîn bibe, lê wan nekarîn.
Dawiyê de balafir hê negihayî cihê xwe yê danînê, Cambridge Bay'ê, wî deriyê balafirê vekir û xwe jê avêt xwarê.
Tê gotin ko psîkolojiya wî xortî gelek xirab bû.
Li jêr polîs li termê wî gelek geriyan lê wan nedîtin. Polîsan ji ber dijwariya hewayê mecbûr man ku lêgerîna xwe bo termê xortî bo demekê bisekinînin.

 ji serwext.com'ê

LI GOTINEKÊ BIGERE

DSL-Tarif Vergleich, Jetzt wechseln und sparen

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info