Yûsîf Berazî

Yûsîf Berazî

Ez Yûsif kurê ‘Elî’ Elîyê Şêxo me, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanê bû, lê piştî fermana osmanîyan bav û kalên me çûn bakurî bajarê Helebê li gundê Tilcircê bi cîwar bûn. Ez di sala 1931 ê de li wî gundî ji dayik bûm, di sala 1947 an de me jê bar kir û em li Minbicê bi cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954 ê de em hatin bajarê Serê Kaniyê û ta nuha jî em lê dijîn.berî ku ez bibim helbestvan dengê min gelekî xweş bû, min li tenbûrê “biziq” dixist û min bi heval û dostên xwe re di civatên gelêrî de stiran digotin.. Stiranên me wek ku min gotî hew di şevbuhêrk û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de tomarkirin tunebû.

Çîroka min bi helbestê re dûr û dirêj e, Berî ku ez têkevim warê stiranê de, min ji helbestê hez kir, min di rêya dan û standinê re jê re kar kir. Min seydayê nemir Cegerxwîn nas kir û têkiliyên min pê re xurt bûn, dûvre têkiliyên min bi mamosta Reşîdê Kurd re çêbûn. Wî jî hişt ez hînî rêzimana kurdî bibim. Mele Sîrac û mele Reşîd hebûn, gelekên din jî hebûn, lê nayên bîra min. Min di rêya van ciwamêran re gelek pirtûk xwendin, mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, pirtûkên li ser pêlawaza, yên li ser dîroka kurdî û herweha pirtûkên bi zimanê farisî jî.

Ji sala 1966-1979 ê de, çi helbesta ku min dinivîsand, min ji seydayê Cegerxwîn re dibir daku serrast bike..

-Min gelek helbest dane stranbêjan Yê pêşî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir bû. Di sala 1967 ê de min ew nas kir û min gelek helbest tevî awazan dane wî. Mîna:
Hebs û zindan gotin û awaz Bêbuhar.
Perwîn gotin Rêncber awaz Bêbuhar.
Rabe ji xewê gotin û awaz Bêbuhar.
Şînbû rîhan gotin û awaz Bêbuhar.
Eman dilo gotin û awaz Bêbuhar.
Gulîzar gotin û awaz Bêbuhar.
Dilê min her bi ahîn e gotin Bêbuhar awaz mamosta Mihemed Elî şakir.
Şêrîn tu cînara min î gotin Bêbuhar awaz M.M. Elî Şakir.
Mehmûd Ezîz çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran li wir tomar kirin. Piştre Se'îd Gabarî derket. Hat cem min, min helbest danê Ew jî ev in:
Koçê mi bar kir.
Hat xweş buhar.
Bê bext felek.

Di tarî da Ew jî çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran tomar kirin.

min hunermend Mihemed Şêxo nas kir, min gelek stiran dan wî jî. Mîna:
Hebs û zindan, Ez bûm ferar, Şêrîn tu cînara min î, Rabe ji xewê, Yarê şekir, Pismamo, Şeva tarî Dayê (ez jî bi cî bim) Dayka dilovan, Eman eman, Çibkim bi can, Derdan çi ez dil jar kirim, Koçê mi bar kir, Welat welat, Gulîzar, Eman dilo, Perwîn (gotin: Rêncber-awaz:Bêbuhar), Kûba û Vêtnam.

Û hindek stranbêjin dî jî hene min helbest tev awazan daye wan wek Zubêr Salih, Mistefa Xalid.

Berhemên çapkirî

  • Zindan helbest /1988

  • Bang hebest /1997

  • Raperîn helbest /2002

  • Serxwebûn helbest/2006

  • pêşketin ji weşanên semakurd

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info