Welatê hêviya | Ho‏şyar Lalê

Ez li benda bilbila me

Ez evîdarê gula me

Bê sînorim di evîna xwe de mame

Ez evîndarek libame ........

 

Lê vaye hê  ne xuyaye ...

Yan jê qey ew bê belaye.........

Gelo çûye yan ve dîsa li kû maye  .......

Yan gelo berzeye ....yan jê kaye

Yan bahozê li ber xwe birye.....

Yan bê ser û  ‏‏şûn çûye ....

Yan barkiriye di vê rêka bê veger de ....... ..

Yan berev sitêrkên geş çûye...

Yan berev heyvê çûye ..

Da bibê sitêrk û ronahî .....

Yan bibê hêvî û avahî......

Yan bi keyf û dil û şahî....

Esmanek bê ewr û sahî.........

Da xewn û hêvî zelalbin

wek esmana li her dera bin

her demî bi kar û bar bin

 

Da xewn û hêviya pêk bînê ..

Bê sînorbin her alîve bi gihînê

Xwe nîzîkî hêvî û daxwazê xwe bikê ....

Ji ber bikarê.....

Wan hêviyan pêk bînê ....

Daxwazan bilivînê ....

Ji bo xwe nû vejînê .....

Da evînek pir zelal ..

Li her derî biçînê ....

Ji ber gelek zor û sîtem ..

Tevde kul û xem ......

Tev tind û tûjî...

Wan hêviya tim dikujî ....

Berê xwe daye heyvê...

Di bawriya wî de

Ew der cihê evînê ye

Cihê hêvî û jînê ye

kul û derd û xem û êş..

li wêderê qet nîne ..

da hêviyan vejîne ..

ji ber buhara wê geşe ...

bîna gula tim  xweşe ..

gul û kulîlk bê tirsin.......

her li hevdo dipirsin

hinek sorin hin zerin

hin jê hûrin hin girin

bi serbestî  di bişkivin .....

li hevdo tim di civin.....

civînê wa bê demin

her bi kar û bi livin ......

bîna xwe bi azadî

didin bi xweş û şadî

Li va çol û deveran

belav dikin li her deran  ...

kes nikarê bîna gula bidizê ...û bistînê ...

ji ber ku newroz nahêlin...

Hêvî û daxwaz bên dizîn..

Qet nîne tirs û lerzîn .....

Ji ber daxwaz bê sînorin ...

Herçar alya ve diborin ...

Bayê hûnik wa hêviya digerînê.......

Her alî ve wa dibê û ji nûve tînê ......

Kes nikarê bêjê yê dî ma tu kî ye

Bav û kalê te ma kîne

Yan jê dayka te ji kû ye

Tu hejarî yan jê têrî

Bîr û baweryê te çiye

Kes nikarê bêjê yê dî

ne derenge yan jê zû ye .......

Nasnama her mirovekî vîna wî ye

Ne ku xwîne yan jê reng û dêm û rûye

Û tu ji kû bî û yan ji kû ye .....

Her tişt xuyaye û bêliye .....

Bê nasîn û şiroveye

Lê xuyaye

Tu li kû bî yan ji kû bî hertişt heye....

Ji bo her yek bighê armanc û  daxwazê ...

Rêve rabê rêve razê...

Kes nikarê hêviya wa biguhêzê....

Tu azadî rabî û rûnî...

Tu binvîsî yan bixûnî...

Her karekî tu dixwazî....

Ber xwe deynî ....

Tu azadî bi her tiştê xwe ..

Bi evîn û viyana xwe ...

Bi jiyan û dil jîna xwe ...

Tu mirovî rometa te pir buhaye ..

Tu mirovî rewiştê te bilind maye ...

Her bilinde ser çiya ye ...

Agirê newrozê geşe her xuya ye ..

Roniya wê her vedaye ...her vedaye ...

Li ser gunda li bajara ronî daye ...

Şewq didê çola evînê ......

Bayê hûnik lêdidê wek baweşînê........

Evîna dil bê sînore her dimînê

Li buhara vedijînê ...

Canê candar û şehîda ....

Pêt û birûska hiltînê   vedijînê ...

Şahî û şadî dimînê ...

Di welatê hêviyade her dimînê ...her dimînê .....

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info