Welat ... Tu ... Ez - Teysîr Hecer

bi awirên şermok ne nere
û bi tirs min nelomîne
xwe û Welat me de ber hev
ma jiyan dibe bê roj û şev
ma ez kî me
tu kiye û Welat çiye
ez digerim li bersiva pirsan
di awirên zarokên Warê min de
çima li min dikin bargiranî
van zimanên biyanî
TU...
himêza te welatekî biçûk û germe
lê nake têra
xewn û lîstikên zaroktiya min
û gerim nake hestiyê minî birçî
birçiyê wê ax û avê
WELAT...
heger ne Welat ba
wê Memo ne siwarê hespê boz ba
û Zînê wê ne taca serê qîz û bûkan ba
heger ne Welat ba
Cegerxwîn wê ne Cegerxwîn ba
û wê Ehmedê Xanî di nav
pelên Olê'de
wek herkesî derbas biba
heger ne Welat ba...

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info