Mîchel Fontes û tîma xwe, di laboratûarê de vîtamîn C dane mişkên ku xwedîyê nexweşîya kanserê ne û di encama ekjektekirina vîtamîn C de dîtine ku malzarên kanserê berfirehtir nebûne, di ciyê xwe de sekinî mane û tumora kanserê pişûktir bûye. Encama herî baş di enjektekirina vîtamîn C a zêde de derketiye holê. Mişkên ku zêde vîtamîn C stendine, baştir bûne.
Vîtamîn C di sala 1954an de ji alî kîmyagerê Amerîkî Lînûs Paûlîng ve hatibû dîtin û wê gavê Paûlîng îdda dikir ku wê vîtamîn C karibe rê li ber nexweşîya kanserê bigre.