Ketibûm
nava çolek bê ser û ber,
dimeşiyam
bêhemdî
Bi ber tofana
dilê xwe ketibûm,
ser û bin dibûm
di nava coya xeyalan de.
Carnan
tofan dibû lehî
û ez dixistim nava
heybeta xwe
Berêmin ketibû zozanên
Serhed şerefdînê,
bilind dihat awaza dengbêjan
di nava xum xuma
ava jiyanê de.
Keliyan hest û bestên min,
leriziyam û coşiyam,
bûme teyrê baz
û min da perwazan
Ketim pêy evîna xwe
di nava aramiya
Gerdûnê de