Teyar | 1979 | Kobanî

Teyar | 1979 | Kobanî

 Mûzîka Hunermend Teyar

Di sala 1979 li gundê Dadalî ( Herêmê Kobanî - Surî ) Teyar ji dayik bû û sala 1990 wî li bajarê Kobanî Xwendina Xwe ya serete bi serî kir ,

di sala 1991 hate bajarê Helebê ji bo xwendinê ,  û wê gavê dest bi fêrbûna muzîkê û strana kir ,

di newroza sala 1993 (14 salî ) yekemîn carbû  ku ew derket ser şanogehê .

heya sala 1999 Teyar beşdarî gelek konserên kurdî bû bi taybet jî konserên newrozê , di vê salê de ew qebûl bû di zanîngeha Helebê de wek xwendekarê wêjeya Erebî .

di van salê zanîngehê de Teyar bi ferehî di muzîkê de diçû

û hêdî hêdî taybetiya xwe distend , di vî warî de ew bû

destpoşê Tembûr û Bilor û Ûdê heya ku "Aleta " Ûdê bû hevala awazên wî , ji ber ku wî karibû  li Helebê vê Aletê bi awayekî Akadîmî fêr bikê ,

di destpêkê de li ser destê mamûsteyê mûzîkê Reşîd Sûfî û

paşê di Înstîtyûta Heleb ya Mûzîkê de xwendina Ûd bi serî kir .

di sala 2001 tev hevalên xwe di Zanîngeha Helebê de wek Hisên Seyda , Teyar Koma Cenga Jînê pêk anî û konserên

xwe li hemî herêmên Sûriyê li dar xistin .

di havîna 2004 da wî kaseta xwe ya yekemîn derxist bi navê " Hey Jînê " û  berî ku Lîsansa Wêjeya Erebî bistînê bi demek kurt wî keçek kurd naskir , Êmoş xwendekara Kîmya di Zanîngeha Helebê de

di 20 / 08 / 2005 de Teyar û Êmoşê hev xwestin .

di destpêka sala 2005 de Teyar bû endam di Komîta Rewşenbîrên Serbixwe û bû berpirsyarê karê hûnerî  ,

di bin sîya vê komîtê de Teyar û hevalên xwe hunermendê deşta sirûcê Baqî Xido xelatkiri di konserek mezin de , û hîn çalakên wan bi hev re berdewamin .

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info