Tembûr anjî Saz, amûreke muzîkê ye.
Tembûr di roja me de bûye beşek mirovên ji Anatoliyayê û Mezopotamyayê. Dîroka vê amurê digihêje beriya mîlade bi sê hezar salan. Li ser koka vê amurê rîwayetên cuda hene. Lê belê li gor lêkolînên zanistî û agahiyên di encama xebatên arkeolojîk de hatine bidestxistin, pêşiyê tembûrê, amûra bi navê iklig e. Ev berhemên arkeolojîk en ji dema sumeran mane, beşek ji erdnîgarî, dîrok û şaristaniya Mezepotamya ne.