Talûkeyên Telefona Destan

Ji welatên cihê 20 pisporên tenduristiyê hatin cem hev û bal kişandin ser talûkeyên telefonên destan.

20 pisporên qansêrê bi hev re îlaneke dan rojnameya fransiz Journal du Dimanche û wiha gotin:
- Ji bilî rewşa lezgînî destûr nedin zarokên temen bin 12'an ku telefonê bikar bînin.
- Dema hûn xeber didin heta dikarin ji hoparlor fêde bigirin an jî berguhê bikar bînin.
- Telefonê destan metreyekê ji laşê xwe dûr bigirin, ger hûn dikarin dema hûn dixebitin telefonê testan li ser xwe negerînin.
- Ger zêde pêdivî bi axaftinê nîn be, ji telefonkirinê zêdetir ji beşa peyamşandina telefonê sûde bigirin.

Li gor pisporan "delîleke fermî a ku ji bikaranîna telefonên destan qansêr çêdibe nîn e, lê dema demeke dirêj telefonên destan bêne bikaranîn talûkeya qansêrê derdixin holê."


Ev bang ji aliyê Proferosê Psikiyatri yê Zanîngeha Pittsburgê David Servan-Schreiber ve hate kirin û 20 pispor beşdarî bangê bûn.

Her wiha ji pisporan Thierry Bouillet jî wisa dibêje: "50 sal berê ji bo asbest (amyant) û titûnê çi derdiket holê îro jî heman tişt derdikeve. Yan divê em tiştekî nekin û talûkeyê qebûl bikin, an jî divê em hin delîlên zanistî yên mirovan didin tirsandin qebûl bikin."

Diyarname

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info