Siwarê Xemê - Nezîr Mele

Tunelê jiyanê di dilê te de dûrî min diçin.

Ew tu bû siwarê xemê yan jiyana te bû?

Çima berê te li davên vedayî ne?

Tu bi destê xwe xweliya sar bi serê felekê dadikî...

Û pêçiyên te xwira te naşkînin..

Ew tu bû siwarê xemê ?, yan hespê giyanê te di cirîdê de dilukumî?

Ew destê te bûn?, yan destên xewnan wêne di rojê de bê reng dikirin?

Û xewnê te mîna dijminekî dihatin.

Ma ev çi gazinin ji ax û avê ?

Û derxa te diçand rehê wê li jor bûn.

Ma ne te digot;: li ezmanekî digerim stêrka xwe avabikim...

Lê waye tu tê...?

Lê nizanim ew tu yî siwarê xemê yan stêrka te tê?

Vaye ji şerê rewrewkê tu tê,

bi tenê,

serqot

li çiyayê tirsê rast tê...

Şûrê te kopalê giyanê te dişkîne

Di qumê de pelê tenik dimeşe...

Ew tu dimeşî ?

Yan siwarê xemê tê...?

Ew tu yî siwarê xemê

yan  zivinga te bê germ tê?

Mîna çemekî zuha dev jihev,

Zuxurên te bi bayê re digrîn

Û çivîkên dilê te direhelin...

Serma bi xurtî tê

Lê nizanim ew tu ye siwarê xemê yan mirina te tê...?

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info