RSF’yê 40 dijminên çapemeniyê diyar kir

RSF’yê 40 dijminên çapemeniyê diyar kir

PARÎS - Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF)yê, di roja 3’yê Gulanê ya Azadiya Çapemeniya Cîhanê de, lîsta dijminên çapemeniyê yên îsal eşkere kir. Di lîstê de, 40 kes wekî dijminên çapameniyê yên îsal hatine destnîşankirin û di nava wan de siyasetmedar, rêveberên dewletan, pêşengên olî, milîs û rêxistinên tawanê yên wekî mafyayê jî hene.

Rêxistina RSF’yê ya ku navenda wê li Parîsê ye, belavoka salê ya neyarên çapameniyê weşand. Hate gotin, ku di belavokê de 40 nav hatine destnîşankirin. Di belavokê de, ji bo van navan tê gotin, ku ew ‘hêzdar, metirsîdar, tundîhez û di ser zagonan re ne.’ RSF’yê par jî gelek nav wekî dijminên çapemeniyê bi nav kiribûn û ew bi lîstekê teşhîr kiribûn.

Lîsta RSF’yê, li Emerîkaya Latîn dijminên çapemeniyê wiha destnîşan dike: “Çarmenda navxweyî”, ev çar jî wekî ‘trafîka narkotîkê’, ‘dîktatoriya Kubayê’, ‘FARC’ û ‘hêzên paramilîter’ nîşan dide. Ji bo parzemîna Efrîqayê jî diyar dike, ku guherîneke ne hindik pêk hatiye. RSF ji bo Rojhilatê Navîn û Asyayê diyar dike, ku di hêza zorê de hin guherîn pêk hatine.

Ji ber vê yekê jî, gelek navên ku di lîsta neyarên çapemeniyê de derbas dibûn, hatin xerakirin. Di nava van guherînan de, Şefê Servîsa Îstixbarata Somaliyê, Mihemed Wasam Derwêş e, ku di sala 2008’an de ji erka xwe hate girtin. Derwêş bi operasyonên tundûtûjiyê, bi girtinên kêfî û erîşên çekdarî yên li dijî çapemeniyê dihate nasîn. Servîsa Dewletê ya Nîjeryayê ‘ŞS’ ji desthilatdariyê ket. Polîsê Neteweyî û bi taybetî jî berpirsê wê, Ogbonna Onovo, li Nîjeryayê wekî dijminê çapemeniyê di lîsta par de cî digirt.

RSF dibêje, ku pîşeyê nûçegihaniyê li Îraqê bi zext û zoriyê re rû bi rû ye. Lêbelê, diyar dike rewş ber bi başiyê ve jî diçe. RSF’yê bang li komên Îslamî kir, da ku helwesta xwe ya li hemberî çapemeniyê nerm bikin.

Li Kendava Faris jî, Serokdewletê Yemenê, Elî Evdila Salih wekî neyarê çapemeniyê di lîsta îsal de cî girtiye. RSF eşkere dike, ku ev salek e li Yemenê ji bo çapemeniyê dadgeh û qanûnên taybet hatine sazkirin. 10 rojnamevan di jêpirsînê re hatine derbaskirin û doz berdewam in.

Li Filipînan, roja 23’yê Sermaweza 2009’an, li Maguindanaoyê, 30 jê rojnamevan bi qasî 50 kes hatin kuştin. Ji ber vê, RSF’yê milîsên taybet ên vê heremê jî kire lîsta neyarên çapemeniyê. RSF diyar dike, ku Dada Filipînan têr nake tawanbaran bidarizîne.

Rêxistin Mela Emerê ku li Pakistan û Efxanistanê rêberê Talîban e wekî dijmin diyar dike û tê gotin Mela Emer li dijî çapemeniyê şer daye destpêkirin. RSF dide zanîn, ku di sala 2009’an de, li dijî rojnamevan û redaksiyonê 40 êrîş pêk hatine.

Di lîstê de, Serokdewletê Çeçenistanê, Remezan Qadirov û her 3 serokdewletê din, Kîm Jong-Îl, Mehmûd Ehmedînecad û Muammer Qeddafî jî di sêrî de ne. Di lîstê de, Serokwezîrê Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Çînê, Hû Jîntao û Serokdewletê Rûandayê, Paul Kagame jî hene.

Di lîstê de, li gel rêxistina FARC’ê, ETA’ya ku ji bo azadiya welatê Bask tê dikoşe, Rêxistina Ewlekariyê ya Filistînê, komên çekdar ên Nepalê jî bûne mêvanên lîsta dijminên çapemeniyê. Her wiha, organîzasyona mafyayê ya krîmînal jî wekî neyarê çapemeniyê di lîstê de ye.

 

ANF NEWS AGENCY

LI GOTINEKÊ BIGERE

Tenduristî

Gûz li dijî tîrbûna xwînê

Gûz li dijî tîrbûna xwînê

Xwarina gûza gelek başe, ji ber gûz kolestrolê jî û tîrbûna xwînê kêm dike. û bi vî hawî hûnê xwe ji nexweşiyên dil biparêzin. Gûz zengîn bi protînên giha, hesin, vîtamîn û Antioksîdant. Li gor tecrubeyek ku hatiye kirin, ji 583 beşdaran yên ku rojê 67 gram gûz xwarin, kolestrola wan ji sedî 5,1...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info