Rosa Luxemburg

Rosa Luxemburg

Rosa Luxemburg  fîlozof, şoreşger û pêşengeka Marksîst a Elman e.

Li Polonya ji dayîk bûye û bi eslê xwe Cihû ye. Navê wê yî berê Rozalia Luksenburg e. Di temenekê ciwan de dest bi têkoşîna sosyalîzmê dike û hêj 18 salî bûye wekî penaber direve Swîsreyê. Ji partiyên sosyalîst ên Polon û Rûs cuda difikire û xwe dide karê pêkanîna şoreşek sosyalîst li rojavayê Ewropa. Gorî wê heger li welatek wekî Elmanya şoreş pêk were, ango ki welatek dewlemend û xwedî kapîtalîzmeka pêşketî, dê li Polonya bi hêsanî şoreş çêbe. Ev fikrên wê dibe sedem ku ji aliyê sosyalîstên Rûs û Polon ve were rexnekirin.

Luxemburg herwekî di modela rêxistinên sosyalîst de jî hinde guhertinên nû pêşniyar dike. Bi gelek sosyalîstên navdar ên hemdemî ve dikeve têkilî û nîqaşan. Ramanên wê li seranser Ewropa tê şopandin. Luxemburg herwekî perwerdeya xwe jî li bajarê Zürichê didomîne. Di sala 1898an de bi Gustav Lübeck re dizewice û li Berlînê bicihdibe. Di nava refên SPD (Partiya Sosyaldemokrat a Elman) têdikoşe. Gelek caran tê zindanîkirin û bi destpêka Şerê Dinyayê yê I. ji SPD derdikeve. Lewra SPD piştgiriya şer dike.

5'ê gelawêjê 1914 de bi Karl Liebknecht re Internationaleyê dadimezirîne. Ev koma han piştre bi navê Spartakusbund (Yekîtiya Spartakûs) tê binavkirin. Ji ber armancên vê komê Luxemburg dîsa tê girtin û 2 sal di zîndanê de dimîne. Li zîndanê xebatên xwe didomîne. Rexneyên girîng li Bolşewîkan dike. Piştî azadiya xwe bi hevalên xwe ve Partiya Komûnîst dadimezirîne û dest bi cerbandina pêkanîna şoreşê dike.

Di 15'ê rêbendanê 1919 de bi tevî Karl Liebknecht tên girtin û bi hovîtî têne kuştin.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info