Li bajarê Qamişlo
Êvara newrozê da
Rijya xîwna sê bira
Bû ronak û pêtî da
Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan
Bû ronak û pêtî dan
Ser pelê deftera min
Bû aha kesra min
şûna van sê kulîlkan
Qîz û xortên qereman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan
Bi bîna sê kulîlkan
Xweşik dibe doza min
Ronî dibe roja min
Di vê roja pîrozda
Qîz û xortên qehreman Ketin meşa Mihemdan
Sûnd dixwin ranawestin Ta bistînin tola wan
Di vê roja pîrozda
Rewşa rindê deng veda
Bi nave her sê çiran
Di dîlana êgirda