Nameyên ji Evînê re | Demhat Dêrikî

Digrîm li ser te û xwe û demên veqetînê ku dûriyê de, qîrîna eşqa me bilind dike.
Erê Evîn,digrîm û di nava giriyê xwe de,dibim şahê bê dengiyan û di nava min de
Bê dengî xwe diafirîne…ez dibim bê deng,jiyan û cîhan dibin bê deng û derûna min
Xwe bi kefenê bê dengiyê dipêçe û dûrîkirin ji te,pêşkêşî min dike mirina zer,mirina sosrat evîn.

Binefşê,bêhn rîhanê,li van dûriyan nema dikarim kul û birînên xwe derman bikim
Nema dikarim janên xwe li bin banê kenê derewîn veşêrim.Rûyê min bûye
Pêşengeha tabloyên ji hevketî,rondik di çavên min de ahengên xwe li dar dixin.

Tu zanê, neynik ji tirsa rûyê minê ku bûyî erdek şeqitî diderizin.û zîqezîqa
Dengê minê bûyî vekirina dergehê mirinê her li meşa van kolana,li van dûriyan
Li pişta mine û ez bûme barkêşê dîmenên gundê xwe û dîmenên caniya te ya ku
Her şev û kêlî li ser dilê min bîrên hesretê dikole.

Hooo evîna ku li ber dergehê dilê wê bûyîm girtiyê bêhn sitandina wê,
Di hemû peyvan de,di hemû naverokan de,di hemû ken û şewatan de,di hemû
Beşên jiyanê de her tu heyî,her ber bi te û gundê xwe ve dibezim û xwe di hembêza
We de nêzîk dikim,lê dîsa dûrim…

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info