Mihemmed Arif Cizîrî | Cizîra Botan | 1912

Mihemmed Arif Cizîrî | Cizîra Botan | 1912

Hunermendê bi nav û deng û dengxoş Mihemmed Arif Cizîrî di sala 1912'ê Zayînî li Cizîra Botan, cihê mêr maqûlên Kurd Mihemmed Arif bo ser dinê hevçax bo tevî Împaratoriya Osmanî û şerê êke cîhanî û qir kirin û kuştina bi kome Ermeniyan bi destê dewleta Usmaî ku bêhna xwînê tevlî şîrê dayka Mihemmed Arif de bû. hate dinê û çavê xwe vekir. Hatina

Di zarokatiya xwe de vî jî mîna hemû zarokên Cizîrê guhdariya wan bas û mijaran dikir ku ev qesabxanên bo Ermeniyan danabûn. Her lewema wî bi çavên zarokiniyê pirsan ji xwe dikir, eva bo çi û ji ber çi û heta kengî? Lewaz bûna Împaratoriya Kevnare Usmaî û herifîna dergehê bilinde vê Împratoriyê û pêk hatina çendîn dewletan li ser vê axê û kuşt û kuştar û girtina xelek' û şerê yeke cîhanî bûye hegera têk çûna jîyana Giştî ya xelkê deverê.

Ev rojên reş û deravên teng û jarî û belengazî û bin pê kirina mirovannîya mirovan bandoreke zaf dana ser jîyan û hiş û mejiyê Mihemmed Arif û di kûratîya dilê wî da cih digirtin. Her vek xuyaye û tişteke eşekre bû ku cencera şerê yêke cîhanê zaf êş û elem tev xwe anîn û hindek jî afirandin û li deverê belav bûn, nemaze kolip û xela li hemû cihekê hebû û heta çendîn salan perê xwe bi ser dever û cîhanê da kêşa bû. Mihemmed Arif jî wek hemû kesên din ev saloxêt kirêt û ne rind ji bîra vê neçûn, rabihoriya wan xurtên li ser kelexê seyekê yan kitkekê li kulanêt Cizîrê hevdu di kuştin û çavan pirtikên keleş ji destê hev di revandin, heta zikê xwe berîyê zarokên xwe têr biken. Yan çîroka vê keça kiçke ku bi hegera hebûna palozeke nan di destê vê de dibin dest û pên çend kesan da hate pelçiqandin bo pare nan. Rojeke din ji van rojên tarî ku Mihemmed Arif bi çavê xwe mêze kiriye û qet ji bîr nekiriye, eva bû ku babê wî jî tevî sedan xurt û egîdên Cizîrê bo şerê êke cîhanê hatne şandin û îdî nezivirîn.

Mihemmed Arif ji sala 1925 hetanî 1929'ê de, jîyana xwe di girtîgeha Dîyarberkr' de bihorand, navbirî wê demê bi çavê xwe mêze kir ku çavan seyda û hevalên wî yek bi dîv yêkê bi bê dengê hatine Qenaredan. Îdî ji vê rojê ve hizrek kevte mejîyê wî, hizra Welatparêzîyê û bîr û hizra wî di hemberî cîhanê da hatin guherîn û bi çaveke din mêzeyî çepelîyên cîhanê dikir. Dunyayeke bê bawer ku merofv têde çi bihagiraniyek nine.

Piştî serbest bûn ji hepsa Dîyarbekrê, Mihemmed Arif çend mehan li kulanêt Cizîrê avkêşî kir. Di hemen demê da jî dest bi sitirîna stirana kir, namze ev stiranên pesin û mehta gernasan dikin û hem jî neqencî û kirêtîya kesên xweînmij û sitemkar eşkere dikir. Em dikarin bêjin hemû stiranên vê ên bijare û demê lawîniya wî da li salên reş di wê çerxê da renge dervîşî' didan, nemaze li varê wan merovên bi destê dujminan hatne êşandin. Mîna Emê Gozê, Xelîlê Xazî, Salihê Norî, babê Norî, Nadir Beg û zaf ji mêrxasên dinêye Kurdan. Stiran gotin yek ji xasmanîyên xelkê Cizîrê ye. Dibêjin rojekê Mîrê Botanê biryarek der kir ku ev kesê Cizirê bit, stiranekê nezanît yan qesîdeyekê nexwînît bila li Cizîrê nemîne.

Dayka Mihemmed Arif (Edila) li Cizîra Botan dengbêjeke bi nav û deng bû. Li bin çavedêriya dayka seydayê stiranbejên Cizîriya "Edwê Noran" heftî nebû, ku Mihemmed Arifê zarok du sê caran tev dayka xwe û "Celîla Leelê" û dayka Remezan Cizîrî neçûbane şahî û dawetan û xelkêt Olî li hinek malên Cizîriyan, wek xwandina Mewlûda Pêxember û Medîhe û helbestan, nemaze li demên hecê û sinet kirina zarokan û xitim kirina Quranê. Lewma şagirdê dayka xwe, çeleng û zîrek bû û dizanî gihdarên wî çi terze stiran divên, lewma bi lez xwe berda nav dilê wan û karî bigehîje armancê. Xelk zû bi axîn û nalînên wê dihesiyan, ji ber ku ev axîn û nalînên ji devê Mihemmed Arif dibarîn, hemû ji kovan û keserên vwan dihatin. Ji ber wê yekê û hewcehiyên hizr û bîrê û dilê xwe li serê salên siyan qesta Duhoka dasînan kir, li Duhokê orteke nûv bo dengê xwe mêze kir û dest bi stiran gotinê kir. Lî wêderê xaringehek vekir heta nanê rojê peyda biket û rojê nan difirot û şevê jî tev heval û merovên mîna xwe belengaz dirûnişt û stiran digot.

Paşê ço eskerîyê û piştî eskerîyê li dûmahîya salên sêyan de xwe kire sinetçî û berê xwe da gundêt dûr, bo sinet kirina zarokên xelkê, ev şola nûv ya Mihemmed Arif bûye sedema vê ku Mihemmed Arif zêdetir ji berê têkelîya xelkê biket û tevî xelkê rencber û îzakêş û çave kirî bijît. Navbirî li bin sîbera vê sinetçiyêda karî têr ava edet û rewşên xekê û mîrata stirana Kurdî ji serekanîyê vexot. Sal bo salê nav û dengê Mihemmed Arif bilavtir diobû. Di geryanên xwe da çi li guvend û şahiyan û çî li kuçk û Divaxanêt şevên Kanona zaf tişt guhdarî dikir.

  • Berhem:

  • Xezal,

  • Xirabû,

  • Swaro,

  • Pismamo,

  • Yar Dilo,

  • Ez Xezal im,

  • Bêrîvanê,

  • Befr barî,

  • Babê Fexrê,

  • hesenîko,

  • Çiyayê Şengarê,

  • Koçerê, Gulê Mehromê,

  • Şevên Nîsana,

  • Diyarbekir,

  • Çiyayê Kurdistanê

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info