Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîn ya Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatîya wî da malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe.

Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’ê da dest bi dengbêjîtîyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’ê da bi hinek hevalên xwe ra bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike

 

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info