Meral Tekçi | 1978 | Stenbol

Meral Tekçi | 1978 | Stenbol

Ez di sala 1978'an de li Stenbolê hatime dinyayê. Ji Çewlikê me. Min dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Stenbolê kuta kir. Xebata xwe ya hunerî min di sala 1991'ê de li beşa Dansên Gelêrî, di Koma Dîlanê ya di bin banê KAYY-DER'ê de dest pê kir. Di sala 1994'an de ez du salan wekî solo-vokal bi koma muzîkê ya bi navê Koma Dengê Bratî re xebitîm. Di sala 1996'an de ez ji KAYY-DER'ê derketim û min dest pê kir ez li NÇM'ê xebitîm. Paşê du salan min ji Oğuz Abadan derzên armonî, pîano û ji Şahîn Saruhan derzên şanê wergirt.

Di sala 1997'an de ez bi Koma Çiya ve têkil bûm û sê salan min ji komê re solo-vokalî kir ez derketim ser sahneyê û min li pîanoyê da. Di heman katê de ez ji bo albûma bi navê "Venamire" ya ku komê di sala 99'an de derxistiye, xebitîm. Li gel xebata xwe ya bi komê re, ez du salan bi Koma Asmîn ya ku me di sala 98'an de ji jinan pêk anîbû xebitîm. Di Koma Asmîn de tevî xebata xwe ya bi awayê solo-vokalî, demekê min li pîano û perkusyonê da. Di sala 2000'an de ez tevî projeye bi navê "Şahiya Stranan" a ku me li gel hemû muzîkjenan ava kiribû, bûm. Ez wekî vokal ji bo herdu albûmên "Şahiya Stranan 1-2" ên ku ji stranên gelêrî yên Kurdî veguhêztibûn Tirkî xebitîm.

Di navbera salên 2004-2006'an de ez bi Agirê Jiyan re xebitîm û di sala 2006'an de me albûma "De Were" pêk anî. Niha ez xebata xwe ya ji bo "Şahiya Stranan" didomînim. Ez di nav projeya "Aheng" a jinan a me sê jinan di sala 2007'an ava kiriye de me. Ji bilî van yekan ez xebata xwe ya ji bo albûmeke solo didomînim.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info