Matematîkê bi kurdî fêr bibin
Enstîtuya Kurdî ya Amedê ji bo qada zanistî ya kurdî berhemeke hêja weşand. Pirtûka Hesen Guneylî ‘Matematîk’ cihê xwe di nava refên pirtûkxaneya kurdî de girt.
Pirtûka ‘Matematîk’ê ya Hesen GUNEYLÎ di encama xebateke demdirêj de hatiye afirandin. Di vê berhemê de hinek xalên sereke yên Matematîkê bi kurdî hatine ravekirin. Ev destpêkeke hînbûna matematîkê ya bi kurdî ye. Hinek mijarên sereke û têgihên matematîkî di berhemê de cih digirin. Ji ber ku destpêk e mijar bi berfirehî û kitekit negirtiye dest. Lê em bawer in ji bo pêşketina lîteratura matematîkê di kurdî de dê roleke girîng bilîze. Hinek mijarên sereke yên ku di vê berhemê de cih negirtine jî dê di çapa duyem an jî cîlda duyem de cih bigirin.
Nîqaşa têgihên matematîkê
Di dawiya pirtûkê de ferhenga kurdî-tirkî-îngilîzî ya têgihên ku hatine bikaranîn cih digire. Di navlêkirinan de bi piranî ji ferheng û berhemên heyî sûd hatiye wergirtin. Ji bo nîqaşên li ser vê mijarê zêde bibin di pêşeka pirtûkê de wiha hatiye gotin: “Kesên ku ji bo van navlêkirinan xwediyê ramanên cuda bin ku nêrînên xwe bi me û nivîskar re par ve bikin em ê kêfxweş bibin.
Hûn dikarin ji malpera bi navê www.matematikakurdi.com û Enstîtuya Kurdî ya Amedê re van dîtinên xwe ragihînin. Ev berhem ji bo me di heman demê de destpêka pêvajoya nîqaşa têgihên matematîkî ye jî.”
ji Yeni Özgür Politika
Tags:
Hevpeyvîn
Bengî Agirî
—————
Roj Elî
—————