MA HÊşTA DIL MAYE GELO
MA HÊşTA DIL MAYE GELO
Gava ku yar ji min dûr di bît
Dil parçe parçe hûr di bît
Derya xema hêş kûr di bît
Ma hêşta dil maye gelo ?
Mahêşta dil dê girnijît ?
An tu di bêy carek dê vejît ?
Ji nav singê min di helpeqijît
Ma hêşta dil maye gelo ?
Piştî mi dîtîn ax û ox
Sed Enfal û term û klox
Gaveka min nemaye şox
Ma hêşta dil maye gelo ?
Hêşta birîndarê berê
Sewda ser û li pey Esmerê
Ketîme nav teqn û gerê
Ma hêşta dil maye gelo ?
Ma hêşta kurd jî evnene ?
Hind bo evî hind wê hene
Her dujminên serê xwene
Ma hêşta dil maye gelo ?
Her êk bo yê dî dujmine
Hawar xudê ma ev çi ne ?
Dîrok talan û kuştine
Ma hêşta dil maye gelo ?
Her kes bixwe vedçirîtin
Hindê nexon zik bi dirîtin
Ava penkay dê peqîtin
Ma hêşta dil maye gelo ?
Li ser sifrê wekî mêşa
Ne çav den qirş û gilêşa
Nê berr ji bin pên we rakêşa
Ma hêşta dil maye gelo ?
Doz evro defter bilokin
Tijî zikî kew û nokin
Li ber xelkî çi lêhbokin
Ma hêşta dil maye gelo ?
Qesr û qusîr pare û milk
An zîv û zêr manto û cilk
Li ba min hemî di bin qirş û zilk
Ma hêşta dil maye gelo ?
Pîçek rawestin li vê bezê
Hûr hûr binêrin ne bi lezê
Dayka hawar di ket way wezê
Ma hêşta dil maye gelo ?
Nê hêj welat çar parçe ye
Barê min û barê te ye
Yê xemsar evro ma heye ?
Ma hêşta dil maye gelo ?
Şêrzad Zeynelabidîn
04-02-2010