Ji sala 1998-an heta 2009-ê, 51 haletên AIDS-ê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin
Sekreterê rojnamevaniyê yê wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Halo Hesen di daxuyaniyekê de ji PUKmedia-yê re ragihand, ji sala 1998-an heta 2009-ê, 51 haletên AIDS-ê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Hesen da zanîn, ji wan 51 haletan, 48 biyanî ne, ku piştî aşkerebûna nexweşiya xwe yekser ji welatê xwe re hatine şandin, herweha tenê 3 haletên navxweyî hebûne, ku di hemû warekî de karên pêwîst digel wan hatiye kirin.
Hesen diyar kir, ew halet jî ji bo welatiyan nabin metirsî, tedbîrên pêwîst hatine girtin
pukmedia