Li Diranê Xwe Miqate Bin

Bêhna dev û diranên rizyayî pirsgirêkeke pir girîng e. Gelek caran ev pirsgirêk jiyana mirovan serobino dike. Ji ber vê yekê jî divê mirov pir baldar be û hin şaşiyan neke.

Pispor dibêjin ku gelek caran hin şaşiyên mirovan dihêle ku diranên mirovan birizin. Bi taybetî jî 9 şaşiyên girîng hene ku divê mirov van neke. Ji ber vê yekê jî divê gotin û pêşniyarên pisporan neyên jibîrkirin.

Pispor dibêjin ku heke hin şaşîtiyên ku mirov nezanî dike xwe biparêzin, wê demê pirsgirêka diranan û bêhna dev najîn. Her wiha pispor tînin ziman ku heke mirov diranên xwe baş neparêze ev yek dibe sedema gelek nexweşiyên giran jî. Şaşîtiyên ku divê neyên kirin ev in.

VEXWARINA ÇAY Û QEHWE

Divê di nava rojê de zêde çay û qehwe neyê vexwarin. Ji ber ku ev vexwarin bakteriyên ku asîtan diafirînin aktîf dikin. Ev bakterî li ser diranên mirovan dijîn û dibin sedema rizandina diranan. Heke çay û qehwe bên vexwarin jî divê bê şekir bên vexwarin. Heke wisa nebe jî piştî çay û qehweyê şîr bê vexwarin baş e.

CIGAREYÊ NEKÊŞIN

Kişandina cigareyê ji bo diranan xetereyeke mezin e. Cigare dibe sedema ziwabûna devê mirovan, bêhna dev. Ji bilî vê ya herî girîng jî dibe sedema zerbûna diranan û pençeşêra dev. Ji ber vê yekê jî pispor dibêjin teqez cigare neyê kişandin.

Ji bo tenduristiya diranan pispor bikaranîna bendikên diranan jî pêşniyar dikin. Pispor dibêjin ku ji bo tenduristiya dev û diranan tenê bikaranîna firçeyê ne bes e. Ji ber ku firçe nagihîje her deverî. Cihên ku firçe nagihîje bendikê diranan dikare paqij bike.

Li gorî pisporan ji bo tenduristiya diranan tişta herî girîng firçekirina diranan e. Diran divê mirov çend salî be bila be rojê herî kêm 2 caran bê firçekirin. Her wiha divê mirov firçeya xwe jî 3 meha carekê biguherîne.

Ji bo tenduristiya diranan xwarin jî pir girîng e. Pispor dibêjin ku şîrînahiyê ku ji derveyî danên xwarinê de tên xwarin jî ne baş e. Ji ber vê yekê jî divê şîrînahî di nava danan de bê xwarin.

AVÊ VEXWIN

Piştî xwarinê ji bo tenduristiya diranan tiştê herî baş vexwarina avê ye. Ji ber ku ava ku tê vexwarin devê mirovan paqij dike û nehêle ku di nava diranan de bermahiyên xwarinê bimînin. Her wiha asîta devê mirovan jî kêm dike.

Heke şîr bê vexwarin jî kalsiyuma diranan zêde dibe.

Dîsa pispor tînin ziman ku divê mirov şîrînahiyê zêde nexwe an jî benîştên şîrîn necûn. Heke ev tişt bê kirin jî divê piştre diran baş bêne paqijkirin.

FÊKÎ BIXWIN

Ji bo tenduristiya diranan tişteke din a bê kirin jî xwarina fêkî û mêweyan e. Xwarina van tiştan girîng e. Ji ber ku di nava van de vîtamîn zêde ye diranan qewîn dikin.

Herî dawî jî pêşniyarên pisporan ew in ku benîştên sade bêne tercîhkirin. Ev hem devê mirovan paqij dike û hem jî asîda devê mirovan kêm dike. AMED

Azadiya Welat

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info