Kurdîn hevalno rabin-Şêrzad Berwarî

Kurdîn hevalno rabin-Şêrzad Berwarî

Kurdîn hevalno Rabin
Roja me ço avayê
Bes ji êk tera û bear bin
Yê di sojît cergê dayê
Dayka me nê ew xake
Cihê bab û bapîra
Ka heyfa wê tu rake
Herşev helken xetîra
Wekî di hêtin Newroz
Qed to Kawey ji bîr neke
Ew rêke bû me pîroz
Xwîn mêja tu adeke
Ne bê dujmin bi hêze
Baş dîrokê bi xwîne
Kengî dujminê bi rêze?
Başê wan jî çi nîne
Ka Hîtler û Holako ?
kanê ye Mosolînî ?
An jî kanê Firanko ?
Seddamîjî tu di bînî
Hemî keftin jêr pîya
Nifrîn li wan di brain
Her berze serê çîya
Roj tev cejn û buharin

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info