KONSERA DENGBÊJAN Û ROCKÊ BI HEV RE

KONSERA DENGBÊJAN Û ROCKÊ BI HEV RE

10`ê vê mehê dengbêjên kurd û rockvan li heman sehneyê bi hunera xwe derdikevin pêşberî hunerhezan.
Armanca konserê ew e ku muzîka rojava û muzîka kurd a klasîk bînin ba hev û bi tehmên cihê wan pêşkêşî hunerhezan bikin.
Di konserê de hunermendên kurd Ayfer, Mihemedê Serhedî û Baran dê bi kilamên xwe, rockvanên Amerîkî, Zelandaya Nû, Kanada û Azerbaycanî ku navê koma wan Story Boks e dê bi hunera xwe li ser dikê bin. Her wiha Story Boks di turneya li Tirkiyeyê de dê li Sakarya, Enqere, Bursa û Stenbolê wekî din jî konseran pêşkêş bikin. Konsera Story Boks û ya hunermendê kurd 10`ê vê mehê roja yekşemê saet 19,00`an de li Şanogeha Haldun Dorme a Şaredariya Şîşlî li dar bikeve.

 

diyarname.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info