Kompyûtera Dalaî Lama jî hatiye hacker kiri!!

Kompyûtera Dalaî Lama jî hatiye hacker kiri!!

Di nav de kompyûterên Nato, sefaret û wezaretan jî hene.

Zanyarên kanedî komek mezin ji hackerên kompyûteran naskirin, ku tê texmînkirin 1295 kompyûter di 103 welatan de êrîşkirine.

Di nav wan kompyûteran de, ên balyozxaneyan, wezaretên Karên derve, Nato û ê Dalaî Lama jî hene. Koma ku berî du salan hatiye avakirin û hîna jî çalake, navê xwe dike „Cinê torê“ (Ghost Net) daxwaz û helwesta wan nediyare.

Ev tişt hate vedîtin, piştî ku karkirên Dalaî Lama ji zanyarên kompyûteran ên kanedî xwestine, ku kompyûterên wan ji vîrûsan paqij bikin. Wê çaxê hatiye xuyakirin, ku hackeran dokument ji tevahiya cîhanê dizîne. Heya dikare bighêje, kontrol kirina Dalaî Lama, bi riya kamîra û mîkrofonan.

Tê texmînkirin, ku cihê van hackeran li Çîna be.

 

KurdDOZ

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info